Kovara Zrîngê bi armanca wate û girîngiya rojê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dîmenek ji nêrîna hunermendên kurd ku ji bo Zrîngê bang dikin, li ser twîtterê belav kir.
Di dîmenê ku Zrîngê parve kiriye de hunermendên kurd Şivan Perwer, Mîkaîl Aslan, Alî Tekbaş, Pervîn Çakar, Songul Gunay û Hêja Netirk nakaratên stranî banga xwedî derketina Zrîngê dikin û dixwazin her kes bibe aboneyên kovarê.
Kovara Zrîng her wiha strana “Zimanê kurdî” ya hunermendê mezin Aram Tîgran jî ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê belav kir. AMED