Duh êvarê li bajarê Kolnê yê Almanyayê 50 hunermend, şanoger, helbestkar, aktor, nivîskar û wergêrên kurd civiyan. Di civînê de li ser êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê û tevkariya ji bo yekitiya hêzên Kurdistanê hat sekinandin.
Di civînê de pirsa ‘Em li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk dikarin çi bikin’ bû rojev. Di civînê de Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn ên ku demek berê çûbûn başûrê Kurdistanê axivîn.
Seyîdxan, Emekçî, Canê, Denîz Deman, Mûrat Yapiştiran, Cevad Merwanî, Comerd, Ganî Nar, Kawa, Peywan Arjîn, Memo Gul, Alî Îkîzer, Ersîn Çelîk, Mîrê Hêkan, Alî Zulfîkar, Hekîm Sefkan, Mîrza, Kêjan û Hakan Akay jî di nav de gelek hunermend tev li civînê bûn.
‘Ne piştî du mehan divê em niha dest bi xebatan bikin’
Hunermend Hozan Diyar diyar kir ku gelê kurd şertên Peymana Lozanê parçe kiriye û wiha got: “Gelê kurd berdêlên gelekî mezin da û heta îro hat. Ji bo me êdî roj hiltê. Me encamên girîng bi dest xist. Gelê kurd dixwaze bibe xwedî statu. Erdogan li dinyayê têk çû. Dixwaze kurdan bera ber hev bide û xwe rizgar bike. Dewleta tirk bi dagirkeriya li ser rojava û başûrê Kurdistanê dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike. Dijmin li başûrê Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kiriye, amadekariyên mezin kiriye. Îro statuya li başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye. Dema em li başûrê Kurdistanê têk biçin ew ê Kurdistan têk biçe. Ne piştî du mehan divê em niha dest bi xebatan bikin. Bêyî ku derengî bikeve, divê em ji bo yekitiya hêzên siyasî bixebitin.”
Şerê di navbera kurdan de dibe sedema bicihbûna dagirkeran
Hunermend Hekîm Sefkan jî da zanîn ku hunermendên kurd du sal berê li hemberî dagirkeriya li ser Rojava hatin ba hev û ji wê rojê şûn de xebatên xwe didomîne. Sefkan diyar kir ku şerê navxweyî ji bo Kurdistanê dibe xisar û ev tişt anî ziman: “Li başûrê Kurdistanê YNK û PDK’ê şerê hev kirin. Başûrê Kurdistane bû du beş. Kevirek heye, aliyekî wê sor û aliyê din jî zer e. Wekî sembola parçebûnê ye. Dema PDK-PKK û YNK-PKK’ê şer kirin çi bû? 70 baregehên leşkerî yên tirk li başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Li rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî tên ba hev lê dewleta tirk dikeve navbera wan. Ew gelekî baş dizanin, dema em kurd bibin yek wê serweriya wan biqede. Ji bo astengkirina yekitiyê her dem hewl didin.”
Bi sed hezaran qurbaniyên gelê kurd hene
Hunermend Comerd diyar kir di dema qetlîama Zîlanê de Stalîn bi navê sosyalîzma alîkarî daye dewleta tirk û destnişan kir ku Saddam Huseyîn jî bi navê îslamê di Enfalê de li ser gelê kurd qirkirin pêk aniye.
Comerd anî ziman ku gelê kurd di qetlîamên Koçgîrî, Gilîdax, Dêrsim û Enfalê de bi sed hezaran qurbanî dane û wiha pêde çû: “Pirsgirêk Erdogan an jî lîderek din nîne. Pirsgirêk pergala li beramberî me ye. Ji bo fêmkirina Erdogan an jî pergala wan, naskirina Sûltan Suleyman ku bi edaleta xwe tê nasîn bes e. Bi edaleta xwe ve tê naskirin û lê 9 birayên xwe kuştiye. Gelê Kurdistanê bi pergaleke wiha re rû bi rû ye.”
Hunermend Comerd her wiha bi bîr xist ku malbata Barzanî û xizmên wê bi hezaran şehîd dane û ji bo êzidiyan jî wiha got “Ne pereyên êzidiyan heye û ne jî êrîşî tu kesan dikin. Di rastiyê de çirayên mirovatiyê ne. Di nava 7 milyar mirovî de çirayekî wiha tuneye. Li Mûsilê hê sefareta tu kesî nîne lê tirkan li wê derê sefaret vekirin. Vê sefaretê DAIŞ perwerde kir û xiste êrîşê. Destpêkê Şengal û piştre êrîşê Hewlêr û Rojava kirin. Eger em yekitiya xwe ava bikin wê hemû netew bibin heyranê me.”
Avakirina Akademiya Neteweyî ya Yekitiya Hunermendan
Hunermendên din ên kom bibûn jî mafê axaftinê girtin û axivîn. Bêyî îstîsna hemû hunermendan serdana Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn a ji bo başûrê Kurdistanê baş nirxandin û teqezkirin ku hewldana hunermendan xwedî rolekî dîrokî ye. Hemûyan jî dan zanîn ku dê hewldanên xwe bidomînin.
Herî dawî Şivan Perwer axivî. Perwer diyar kir ku hunerê di siyasete de rêyek vekiriye û wiha got: “Em hunermend diaxivin û nîqaş dikin. Di wan du salên dawî de em tên ba hev û têkilî guhertinên siyasî yên li Kurdistanê dibin. Lê divê di aliyê hunerî de jî em xebatên xwe pêş bixin.”
Her wiha Perwer ku pêşniyara avakirina saziya bi navê Hêza Yekitiya Hunermendan (Yekitiya Hunermendan) kir, bi bîr xist ku li Almanyayê nêzî 3 milyon kurd dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em Akademiya Neteweyî ya Yekitiya Hunermendan ava bikin. Pêwîst e ev akademî ji bo sînemageran, yên albûman çêdikin û helbestan dinivîsin; bi kurtî hemû beşên hunerê re alîkar be. Li Almanyayê 3 milyon kurd dijîn. Avakirina saziyek wiha êdî şert e.” KOLN