Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hunermendên Başûr gotin ku dê rê nedin şerê birakujiyê

Di saetên serê sibehê de komeke ji hunermend û aktîvîstên hunerî têkildarî metirsiya li Zînî Wertê xwestin serdana Zînî Wertê bikin. Armanca hunermendan ew bû ku bi rêya hunerê balê bikişînin ser metirsiya li ser destkeftiyên gelê kurd. Lê hêzên ewlekariya ya herêma Raperîn û bajarokê Serkepkanê rê li ber hunermendan girtin.

Li ser rêgirtinê, aktîvîstên hûnerî Rûber Ehmed daxuyaniyek da çapemeniyê. Ehmed diyar kir ku ew ji bo sekinandina şerê birakujiyê berê xwe da Zînî Wertê û wiha dom kir: “Lê mixabin li nuqteya ewlekariyê ya Dukan û Serkepranê rê li me girtin. Armanca me hemû hunermendan aştî û bi hev re jiyan e. Em dixwazin bi rêya hunerê bikin ku gelê kurd careke din şerê birakujiyê nekin.”

‘Aloziya li Zînî Wertê plana dagirkeran e’

Herî dawî jî aktîvîstê hunerî Kara Mehemed axivî û ev tişt anî ziman: “Me beriya niha têkildarî aloziya li herêma Zînî Wertê dest bi kampanyayekê kiribû. Weke komeke ji rewşenbîr û aktîvîstên hunerî me îro xwest ku bi çalakiyeke hunerî ji bo wan hêzên ku li Zînî Wertê bi cih bûne, ji bo wan bêjin ku; ev plana dagirkeran a şerê birakujiyê ye. Em hunermend rê nadin ku careke din şerê gerîla û pêşmerge çêbibe. Bi hêviya ku hemû hêz guh bidin dengê gel û çareseriyekê ji aloziya Zînî Wertê re bibîne.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar