Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Hunermendên Efrînî li ser yekitiya kurdan stran çêkirin

Hunermendên Efrînî ku di nava şert û mercên giran de li Şehbayê ji bo rizgariya Efrînê bi hêvî ne, karê xwe didomînin. Hunermendan bi beşdariya gelek hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat stran û klîbek amade kirin û ji bo yekitiya neteweyî bang kirin. Ji endamên Çand û Hunera Efrînê Niyazî Sîdo û Fatma Bila ji ANF’ê bi Roj Denîz û Hîvda Hebûn re axivîn.

Niyazî Sîdo diyar kir ku piştî banga yekitiya neteweyî ya hunermendên kurd, wan jî bi navê hunermendên Efrînî yên li Şehbayê xwestine vê bangê xurtir bikin. Sîdo ragihand ku beriya partiyan û siyasetmedaran divê hunermend ji bo yekitiyê gavê biavêjin û wiha domand: “Li ser vê yekê me bi hevalên xwe re nîqaş kirin û gihiştin wê qanaetê ku karekî bi vî rengî dê baş be. Nivîskarê stranê Ciwan Hesen jî di nava nîqaşan de hebû. Her wiha Mihid Mipilan jî hebû ku berhem qeyd kir. Piştre me pêwendî bi Diyar û Xelîl Xemgîn re danîn ku li derveyî welat in. Derfetên wan hebû ku xwe bigihînin hunermendên din jî.”

‘Divê hêvî û bendewariya gel neyê şikandin’

Bi domdarî jî Sîdo ev tişt anî ziman: “Me xwest gelek hunermendan tev li vî karî bikin û wan jî daxwaza me bersivand. Ji her cihî hunermend tev li vê xebatê bûn. Bi coş û daxwazeke mezin tev li bûn. Bi vî rengî me karê xwe temam kir. Gelê kurd yekitiyê dixwaze û hêviya xwe diparêze. Me jî banga gelê kurd a yekitiyê ku li partî û rêxistinan dike dubare kir. Divê hêvî û bendewariya gel neyê şikandin.”

‘Me hewl da hestên gel bînin ziman’

Fatma Bila jî destnîşan kir ku tevlêbûna li nava karekî wiha ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: “Me hewl da hestên gel bînin ziman. Tevlêbûna min li karekî wiha, ji bo min gelekî girîng bû. Hêvîdar im ji niha û pê ve jî em ê karên mezintir bikin. Em bi hev re hene. Divê em ji bendewariyên gelê xwe re bibin bersiv.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar