Şandina pêşmergeyên PDK’ê ya ber bi herêma qadên gerîla ya li Zînî Wertê kir ku di navbera partiyên kurd de alozî derbikeve. Gelemperiya raya giştî ya kurd ev hewldan weke plana dewleta tirk a ji bo dorpêçkirina Qendîlê û derxistina şerê birakujiyê nirxand. Bertekên li dijî vê hewldanê her ku diçe jî zêdetir dibin. Rewşenbîr, hunermend, saziyên civaka sivîl û gelê kurd bang li hêzên kurd dikin ku aloziya heyî bi rêya diyalogê çareser bikin, yekitiya xwe xurt bikin û hêzên pêşmerge ji wê herêmê vekişin.
Têkildarî mijarê ji hunermendên kurd Mizgîn Tahir, Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim, Hesen Şerîf, Amal Saîd û Necmettîn Xulamî tev li bernameya Stêrk TV’yê ya ‘Nirxandin’ bûn. Di bernameyê de Xelîl Xemgîn got ji ber ku yekitiya kurdan nîne, mêtinger êrîşî kurdan dikin. Xemgîn got ku hunermendên kurd ji bo yekitiyê 6 meh berê civiya bûn û platformek ava kiribûn û ji hêzên kurd xwestin ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Xemgîn bal kişande ser êrîşên dewleta tirk ên li Zînî Wertê û got; “Talûkeya li ser herêmê tenê li ser Başûr nîne. Divê xeteke sor a kurdan hebe.”
‘Kêmasiya herî mezin nebûna yekitiyê ye’
Hunermend Mizgîn Tahir jî bi lêv kir ku dijminên kurdan ji destkeftiyên kurdan aciz in û behsa geşedanên piştî şoreşa Rojava kir. Hunermend Necmettîn Xulamî jî diyar kir ku kêmasiya herî mezin a kurdan nebûna yekitiya wan e û wiha domand: “Dewletên herêmê ji bo ku vê rewşê bi kar bînin, her tim li pey firsendan in. Her wiha di êrîşa li Mexmûrê de 3 sivîl şehîd bûn. Lê hê jî tu rayedarekî Başûr ev komkujî şermezar nekiriye. Tiştekî pir şerme ku gelê Mexmûrê nikare biçe Hewlêrê derman bibe. Ev yek nayê fêmkirin.”
‘Divê pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin’
Her wiha hunermend Hesen Şerîf jî destnîşan kir ku mezintirîn xeyala kurdan avakirina yekitiya neteweyî ye û kurd dikarin hemû meseleyên navxweyî bi diyalogê çareser bikin. Şerîf banga diyalogê li hêzên kurd kir. Hunermend Amal Saîd jî wiha got: “Êşa hemû kurdan hevpar e. Li kudera Kurdistanê dibe bila bibe, êşa ku tê jiyîn mîna ku êşa wî be, kurdên li her çar parçeyan xemgîn dike. Wê demê çima yekitiya me nabe? Rageşiya li Zînî Wertê hemû şêniyên Başûr xemgîn dike. Ji bo yekitiya neteweyî û çareserkirina pirsgirêkan erkeke girîng dikeve ser milên hunermendên kurd jî.”
‘Şermeke mezine ku hêzeke kurd li cem dijmin be’
Herî dawî jî hunermend Diyar Dêrsim axivî û ev tişt destnîşan kir: “Pir girîng e ku xeteke sor a partî û rêxistinên kurdan hebe. Kî dibe bila bibe, şermeke mezine ku hêzeke kurd ji hêla dewleteke dijmin ve were bikaranîn. Heke wiha be naxwe divê em rûnin têgeha dijmin zelal bikin. Li Kurdistanê zarokek jî dikare dijminên kurdan bihijmêre û dikare nîşan bide ku tu ferqa Sedam Hisên û Erdogan ji hev nîne.” BRUKSEL