Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Hunermendên kurd bi berhemek nû banga yekitiyê kirin: Xwe Nekuje

Navenda Nûçeyan |

Hunermendên kurd bi berhemek nû banga yekitiyê li hemû kurdan kirin. Hunermendên navdar ku di bin banê TEV-Çandê de xebatên xwe dimeşînin, Hekîm Sefkan, Xelîl Xemgîn, Bengî Agirî, Peywan Arjîn û Jiyan Osman berhemeke nû bi navê ‘Xwe Nekuje’ derxistin

Berhema ji helbest û awazên Hekîm Sefkan, aranjeya Memo Yapiştiran, duh cara yekem li ser Med Muzîkê û platformên dijital hate weşan. Klîba stranê ji dîmenên gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyên ku li başûrê Kurdistanê li gel hev li dijî DAIŞ’ê têkoşînkirin, pêk tê.

Hekîm Sefkan daxuyaniyeke kurt li ser vê berhemê parve kir û diyar kir ku wî di vê xebatê de giranî nedaye melodî û muzîkê ji ber ku ew bi xwe gotinên stranê mîna peyamekê ne û wiha got: “Ji bo min cudahî di nava van tiştan de tune ye; Ha te bi fîşekan birayê xwe kuşt, ha bi gotinan. Ha te di kozika şer de li dijî birayê xwe şer kir, ha te di kozikên siyasî de şer kir.

Ha bi teqînan te mala birayê xwe xera kir, ha bi bêbextî û reşkirinê. Wekî ku bi kiryarên te birayê te winda dike, dijminê te bidest dixe… Dêmekî ew kuştin e. Encex, kuştina birayê te ya vê rojê, amadekariya kuştina te ya sibê ye. Spas ji bo her kesê ku ked dane.”

Piştî dagirkirina Serêkaniyê înîsiyatîfa hunermendan ji bo yekitiya neteweyî pir xebat kiribûn.

Gotinên Stranê:

Ne mirina min dibe jiyana te

Ne tunebûna min dibe hebûna te

Ne jî wendabûna min welatê me azad dike

Berê tifinga xwe ji sînga min biguhere

Fîşekên xwe bo parastina welatê me bihêle

Dijminê me xedar e, keko Bila zarokên te nebêjin;

bavê me apê me kuşt

Wê kuştina min te jî bikuje Xwe nekuje!

Çiya û rê pir giriyane

Hêsirên çavan qediyane

Ezmanê me sahî nebû

Ev goristan westiyane Xwe nekuje!

Ezmanê me sahî nebû

Ev goristan westiyane

Min nekuje!

Ma ne ez birayê te me

Parçekî ji canê te me

Va ye ez li bextê te me

Xwe nejuke!

Ma ne ez birayê te me

Parçekî ji canê te me

Va ye ez li bextê te me

Min nejuke!

Fêda kuştina min nîne

Dilê dê û bavan diêşîne

Dîsa hêvî zuha dibin

Kêfa neyarên me tîne

Xwe nekuje!

Dîsa hêvî zuha dibin

Kêfa neyarên me tîne

Min nekuje!

Ma ne ez birayê te me

Parçekî ji canê te me

Va ye ez li bextê te me

Xwe nejuke!

Ma ne ez birayê te me

Parçekî ji canê te me

Va ye ez li bextê te me

Min nejuke!

Em şervanên yek warî ne

Li bin zora yek darî ne

Kurdistan li benda me ye

Em hilgirên yek barî ne

Xwe Nekuje!

Kurdistan li benda me ye

Em hilgirên yek barî ne

Min Nekuje!

Ma ne ez birayê te me

Parçekî ji canê te me

Va ye ez li bextê te me

Xwe nejuke!

Ma ne ez birayê te me

Parçekî ji canê te me

Va ye ez li bextê te me

Min nejuke!

Lînka stranê:

https://www.youtube.com/watch?v=WtiZxSazDRg&feature=emb_title

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar