Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Hunermendên kurd: Divê ji Qamişlo heya Hewlêrê jî meşa yekitiyê bê lidarxistin

Hunermendên kurd Xelîl Xemgîn û Rotînda diyar kirin ku di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de dê ji bo hevdîtinên bi hemû derdorên kurd re delegasyonekê ava bikin. Hunermendên kurd gotin; ‘Divê em ji Qamişlo heya Hewlêrê jî bimeşin. Bedela wê çi dibe bila bibe divê kurd bibin yek.’

Ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û hunermendên kurd ên li Ewropayê dijîn, piştî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi daxwaza ‘Yekitiya neteweyî’ di 5’ê kanûnê de, ji bajarê Lozanê heya Cenevreyê dest bi meşê kir. Meş 3 rojan dom kir û gelek hunermendên kurd tev li bûn. Hunermendên ku di meşê de cih girtin diyar kirin ku gelê kurd di sedsala 21’emîn de tenê dikarin bi yekitiyê bibin xwedî statû.

Der barê mijarê de hunermendê kurd Xelîl Xemgîn diyar kir ku kurd bi sedsalane li dijî polîtîkayên komkujiyê, sîrgûnkirinê û pişavtinê li ber xwe didin. Xemgîn got ku heta roja îro gelek bedelên giran hatin dayîn û wiha dom kir: “Bedêla wê çi dibe bila bibe, divê kurd bên gelhev û bibin yek. Ger yekitiya neteweyî neyê avakirin, dê li dijî kurdan êrîşên pir giran pêk bên. Di sala din de çawa gelê ermen qir kirin, dê di vê sedsalê de jî kurdan qir bikin. Armanca dewletên ku Kurdistan kirin çar parçe, komkujiya kurdan heye. Kurd jî tenê bi yekitiyê dikarin pêşî li vê bigirin.”

Delagasyonek dê bê avakirin

Bi domdarî jî Xemgîn wiha got: “Banga me ya yekitiyê, ji hestan zêdetir xwedî fikrekê ye. Ev rewşa ku derketiye holê, dîrokî ye. Banga me ji bo civak û siyaseta kurd heye. Em dixwazin ramana yekitiya neteweyî pêş bixin. Armanc û erkeke me ya wisa heye. Ji bo vê jî dê şandeyek, an jî delegasyonek bê avakirin. Em ê li deriyê hemû sazî û dezgehên gelê kurd bixin. Em ji bo wan behsa talûkeya heyî bikin. Em di wê bariyê de ne ku em ê di demekî nêz de civaka xwe bikin yek.”

‘Divê em ji Qamişloyê heya Hewlêrê jî bimeşin’

Têkildarî mijarê hunermendê kurd Rotînda jî bi lêv kir ku divê çalakiya wan li tevahiya cîhanê belav bibin û wiha pê de çû: “Divê em ji Qamişlo heya Hewlerê meşekê li dar bixin. Di vir de jî pewîste ku hunermend û ronakbîr rola xwe baş bilîzin. Ev yek dê pir bi wate be. Êdî kurd gihane wê zanebûnê ku bi hevre tevbigerin û yekitiya xwe ava bikin. Êdî em dest ji pêşdarazên xwe berdin. Rola hunerê dê di vir de pir mezin be. Ez di wê baweriyê de me ku ev hewldana hunermendan bi encam bibe. Em dixwazin hemû partiyên kurdan bînin gel hev û em ê vê yekê bi ser bixin. Gel dixwaze ku hunermend pêşengtiyê bikin. Piştî ku gel xwest, wê demê divê yekitî pêk  were.”

Rotînda destnîşan kir ku divê tu binesaziyeke kurd ji derveyî vê pêvajoyê nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lazime ku hemû hunermend piştgiriyê bidin vê raman û helwestê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar