Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hunermendên kurd ji bo yekitî û diyalogê bang kir

Navenda Nûçeyan |

Platforma Hunermendên Kurdistanê têkildarî rageşiya li Zînî Wertê ya di navbera partiyên kurd, daxuyaniyekê nivîskî weşand û banga yekitiyê li hemû aliyan kir.

Banga platformê wiha ye:

“Herkes dizane ku dewleta tirk a dagirker, bi konsepteke berfireh, şerê qirkirina gelê kurd dimeşîne. Li çar beşên welatê me, li hemberî destkeftiyên gelê kurd şerekî piralî û di her qadê de, di nava seferberiyek tunekirina destkeftiyên gelê kurd de, bi hemû hêza xwe ya leşkerî, siyasî, îstixbaratî, aborî, dîplomasî û hwd dimeşîne. Ev rastiya ji xwe re weke armanca şerê hebûn û nebûnê feraset pejirandî.

Di sala 2014’an de yekane helwesta neteweyî ku berxwedana  Kobanê, Şengalê, Kerkûkê, Xaneqînê, Mexmûr û gelek deveran, ango pêşketina helwest û giyanê neteweyî, hêviyeke  mezin ji gelê me re çêkiribû. Lê cihê mixabiniyê ye ku hêz û partiyên me, ji ber berjewendiyên xwe yên (hizbî) û bandorên hêzên serdest, ew firsend bi kar ne anîn, her wiha nirxandin û bi xemxwarî nêzî xwendina ‘cenga sêyemîn’ a li Rojhilata Navîn nebûne.

Bêguman dagirkirina Efrînê, Grê Spî, Serêkaniyê û gelek deverên stratejîk ên li başûrê Kurdistanê encama vê neyekrêzî û bêtifaqiya hêzên kurd e. Di vî şerê bi mebesta tunekirina destkeftî û îradeya gelê kurd de, dewleta tirk a dagirker, ji ber tunebuna yekrêzî, tifaq û şêwra yekitiya neteweyî ya hêzên kurdistanî saz nebû ye, di vî şerê qirkirinê de, li ser gelê me, gav bi gav êrîş, komkujî, guhertinên demografyayê û koçberiyê pêk tîne.

Hewl didin şerê birakujiyê bidin destpêkirin

Di konsepta şerî de, gav bi gav dorpêçkirina hêza kurdan a leşkerî (Çi gerilayên azadiya Kurdistanê be, çi jî peşmergeyên Kurdistanê be) heye. Bi hevkariya hêzên hagomonîk ên navneteweyî, her wiha bi plan û dek û dolabên dagirkeran, hewl didin ku careke din di navbera hêzên kurd de, şerê navxweyî û birakujiyê bidin destpêkirin.

Ji aliyekî de li başûrê welat, geşedanên êrîşên DAIŞ’ê roj bi roj li ser herêmê dijwartir dibin, ji aliyê din ve jî ji bo xeniqandina şoreşa Rojava, êrîş û planên li ser destkeftiyên kurdan li başûrê welat, bi rêjîma sêdara Komara Îslamî ya Îranê re, di nava siyaset û planên qirêj de, amedekariyên dorpêçkirin û têkbirina îrade û destkeftiyên kurdan dikin.

Têkbirina hêzeke kurd a bi destê hêzeke din a kurd xeyala dagirkeran e

Tevî ku başûrê welatê me xwedî fermiyeta desthilatdarî û serweriyê ye, baregehên leşkerî yên dewleta dagirker, hem li Başûr hem jî li Rojava, her wiha di bin navê şîrket û saziyên karmendan de, liv û tevgera sîxûrî û îstixbarata tirk, bi her şêwazî amedekariyên têkbirina destketiyên gelê me dikin. Têkbirina ‘hêzeke kurd bi destê hêzeke kurd’ xem û xeyala dewleta tirk û Îranê ye.

Aloziya di navbera hêzên kurdî de, berjewendiya dewleta tirk û Îranê ya stratejîk e. Ev demeke, li devera Zînî Wertê (Başûrê Kurdistanê) aloziya ku rû daye, bûye cihê metirsîn û fikara gelê me. Em weke hunermendên kurdistanî, di nava xemxwerî û fikaran de ne, em dibêjin; gelo dîsa ‘şerê birakujiyê’ dê rû bide? Em naxwazin bawer bikin lê xem û metirsiyên civaka kurd heroj bêhtir dibin.

Em weke hunermendên ji çar beşên Kurdistanê, ji berî 6 hîvan em bi hekeftinekê rabûn, bo yekrêzî û hevgirtina neteweyî em hîn jî di van hewildan û xebatên xwe de bi biryar in û pêdiviya vê helkeftinê bo yekitiya neteweyî girîng dibînin. Eger çendî ji ber şewba virûsa koronayê, rewşa awarte ya cîhanî dijîne hebe jî, em ranewestîne. Em ê livbazî û çalakiya yekitiya neteweyî berdewam bikin.

Em êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin ku ji ber vê êrîşê welatiyên sîvîl şehîd bûne.

Banga diyalogê li partiyên têkildar kir

Ji bo çareserkirina aloziya li devera Zînî Wertê, em banga lezgîn li hikûmeta xwe, li parlamentoya xwe û li hemû rayedarên serwer dikin, em banga partiyên PDK, PKK, Yekitî dikin ku bi berpirsyarî, li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tevbigerin, pirsgirêkên rûdayî bi diyalog û şêwira hemdemî çareser bikin.

Her wiha banga me ji bo hemû partî û hêzên kurdistanî ew e ku mudexeleya çareserkirina pirsgirêkan bikin û di çareserkirin aloziyan de bi erka xwe rabin.

Dîsa banga me ji bo hemû ronakbîr, zanyar, rûspî û aqilmendên civakê heye ku destwerdan û mudexeleya çareserkirina aloziyan bikin.

Hêviya me heye ku hemu sazî, dezgeh, çapemeniya kurd û hêzên navbihurtî, kesayet û saziyên civaka medenî, bi çalakiya lezgîn destwerdana mijarê bikin. Ev banga me, weke banga hest û vîna gelê me pêşwazî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar