Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Hunermendên kurd ji bo yekitiya neteweyî bang kirin

Hunermendên kurd ên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî hevpariya dewleta tirk a dagiker û PDK’ê dan û wiha gotin: “Divê PDK li dijî dagikeriya tirk bibe xwedî helwest, ji bo Yekitiya Neteweyî gav biavêje.”

Hunermend û rewşenbîrên li bajarê Koln ê Almanyayê hatin ba hev, daxuyaniyek hevpar dan, hişyarî da PDK’ê ya tev li êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk bûye. Di daxuyaniya ku li ser navê hunermedên kurd hat dayîn de, hat gotin ku kurd di pêvajoyeke dîrokî ku rû bi rû yê xeteriyên mezin re ne derbas dibe û ev hat gotin: “Dewleta tirk a dagiker li başûrê Kurdistanê nêzî 3 mehan e li ber çavê dinê, sûcên dij mirovahiyê dike, li dijî gerîla û gelê kurd qirkirinê pêk tîne. Dewleta tirk a faşîst û qirker hinek derdorên kurd bi taybet jî PDK’ê ji bo armancên xwe bikar bîne, dixwaze bikişîne şerê birakujiyê.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev şer yekitiya neteweyî dike hedef û ev tişt hat diyarkirin: “PDK bi bikaranîna hêzên xwe yên taybet, hem rewakirina dagikeriya tirk hem jî dixwaze têkoşîna gerîla asteng bike. Em hunermendên kurd dibêjin ku; bê ku roj derbas bibe divê PDK hêzên xwe ji qadên gerîla vekişîne, li dijî dagirkeriya tirk  bibe xwedî helwest, ji bo Yekitiya Netewî gav bavêje.

Divê ne tu partî û ne jî hêz cih li gel dijminê dîrokî yê vî gelî cih negire. Di serî de bang li hemû rewşenbîr û hunermendan bi taybet ên başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî PDK ya ku dikeve bin xizmeta dewleta tirk bibin xwedî helwest. Bê ku bigihêje noqteyek welê ku veger nebe, bê ku şerê kurd bi kurd destpê bike, divê bi dengê xurt bêjin NA. Ev erkekî dîrokî û exlaqî ye.”

Hunermendên tev li daxuyaniyê bûn jî peyam dan.

Hozan Diyar: Destê kurdan li ser dilê wan e, çavê wan li çiyayên Kurdistanê ne. Mixabin dîsa qala şerê kurd bi kurdan tê kirin. Divê dijminê xwe baş nas bikin ferqa Erdogan ji Seddam nîne. Ji bo yahûdiyan hîtler çi ye, ji bo kurdan jî Erdogan ew e. Eger ku ev dijmin hê neyê nasîn, ev şermeke mezin e. Eger nas dike û dîsa dibe hevkar, ev şermeke hê mezintir e.

Şivan Perwer: Divê siyaseta kurd rê nede şerê birakujî. Çi dibe bila bibe divê em rê nedin vê. Qedera her çar parçeyan yek e. Kîjan parçeyên Kurdistanê bikeve xeteriyê parçeyên din jî dikeve xeteriyê. Ya tirk dike, gelan li dijî hev rake ye. Pêşmerge jî gerîla jî zarokên gelê kurd in. Bang li Mesût Barzanî dikim, pêwîstî bi ruhê yekitiyê heye. Roj ne roja şer e. Kek Mesût te soz dabû, ez rê nadim ku xwîna gerîla û pêşmerge zarokên me bi destê hev bê rijandin.

Ganî Nar: Tu aliyê serketî yê vî şerî nîne. Ê winda bike wê gelê kurd be. Em nikarin yên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane bikin leheng. Cihê ku bira bira bikuje, lehengî nabe.

Besê Şahîn: Gelê kurd zana ye, divê neyê lîstikên şer. Birêz Mesûd Barzanî dem em hatibûn Başûr me hevdîtin kir we soz dabû, soza xwe bi cih bînin.

Nebes Abdullah: Dijminê me ne li Qendîlê ye, dijminê me dewleta tirk e. Divê li Başûr, Êzîdxanê, Kerkûk û her çar parçeyên Kurdistanê kurd yekitiya xwe çêbike.

Kakşar Oremar: Tu hêz nikare pêşiya gel bigire. Li ku destkeftiyek hebe dijminê kurdan Erdogan êrîşî wir dike. Gerîla û pêşmerge zarokên vî gelî ne.

Perwer Arjîn: Çi demê dewleta tirk kete zoriyê, hebûna xwe li der dijayetiya kurdan didomîne. Taybet bang li hêzên Başûr dikim; Ez nebim tu jî nîne, tu nebe ez jî nînim. Ev tunekirina xwe ye. Bang li Birêz Barzanî dikim, li ser televîzyonan te soz dabû, hemû kurd jî ji soza te kêfxweş bibûn. Rica dikim li gorî soza xwe tevger bike.

Kesên tev li daxuyaniyê bûne:

Ozan Seyîdxan, Ganî Nar, Ozan Comerd , Cewad Mervanî, Hozan Şemdîn, Peywan Arjîn, Hekîm Sefkan, Denîz Deman, Tulay Şahmaran, Zozan Zudem, Binevş Roj, Ersîn Çelîk, Mustafa Şahîn, Beser Şahîn, Bulent Turan, Sosin, Kakşar Oremar, Serhat Med, Memo Gul, Alî Îkîzer, Nelbest Abdullah, Amele, Şîrîn, Pêrî, Alî Zulfîkar  KOLN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar