Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hunermendên MKM’ê: Êdî ne can, kînê binax bikin

Hunermendên MKM’ê ji bo bal kişandina ser rewşa grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, daxuyaniyeke hevpar dan. Hunermendan xwest ku di zûtirin dem de bila daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Hunermendan destnîşan kir ku êdî ne can, divê kîn bê binaxkirin

Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li Şanoya Bajêr a Amedê hatin gel hev û daxuyaniyek dan çapameniyê. Li ser navê şanoger, sînemager û hunermendan derhêner Îlham Bakir daxuyanî xwend.

Bakir di serî de rewşa hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bi bîr xist. Bakir diyar kir ku dê hunermend li hemberî qîrîna girtiyan û dayikên laçik spî ku bûne remza aştî û wijdana civakê, bêdeng nemînin. Bakir anî ziman ku guhdarkirina vê qîrînê, erk û berpirsyariya herî bingehîn a mirovahiyê ye.

Hemû kes vexwend hestiyariyê

Di berdewamê de jî Bakir daxuyand ku divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin û wiha domand: “Di vê asta krîtîk de êdî ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de her kêlî pir girîng e. Êdî ji daxuyaniyan zêdetir, pêdivî bi gavên pratîkî hene.” Hunermendan hemû hunermend, hikûmet, partiyên muxalîf û hemû derdorên demokrat vexwendin hestiyariyê. Hunermendan destnîşan kir ku divê jiyana mirovan qurbanî berjewendiyên siyasî û yên rojane neyên kirin.

‘Divê em ne canên xwe em kîna xwe binax bikin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em naxwazin hunera xwe li ser vê êşê ava bikin. Di roja me de li erdnîgariya me mirov ji bo mafên xwe yên herî biçûk ên demokratîk bedena xwe dane ber mirinê. Weke ku dayikên me yên zanê ji dijminên nezan re dibêjin, divê li şûna canên xwe em kîna xwe binax bikin. Divê di zûtirin dem de daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin. Em xwedî li hemû daxwazên çalakgeran ên ji bo cîhaneke wekhevî û adalet ku dê sûdeke mezin bide demokrasiya vî welatî, xwedî derdikevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar