Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Hunermendên Rojhilat: Li dijî dagirkerî û xayintiyê serferber bibin

Berdevkê Navenda Çand û Hunerê ya Rojhilatê Kurdistanê ya li Ewropa Hunermend Hemîd Urmiye diyar kir ku êrişên dewleta tirk a dagirker ji bo dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye û wiha got: ““Em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin ku seferberiyekê li başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin.”

 

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi teknîk û taktîkên profesyonel derbên mirinê li dewleta tirk a dagirker dixin. Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê ji bo pêşiya têkçûna xwe bigire tifaqa AKP-MHP-DAIŞ-PDK’ê ava kirin û êrîşî başûrê Kurdistanê dikin.
Berdevkê Navenda Çand û Hunerê yê rojhilatê Kurdistanê yê li Ewropa hunermend Hemîd Urmiye têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a bi hevkariya mala sîxur Barzanî re pêk tê axivî.

Hunermend Hemîd Urmiye diyar kir ku dewleta tirk bi hinceta hebûna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê bi salane êrişî başûrê Kurdistanê dike û wiha axivî: “Gelek ciwanên başûrê Kurdistanê bi taybet yên li gundên ser sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de tên şehîdxistin, lê gel bê helweste. Di vî aliyî de berpirsyartiyek dîrokî dikeve li ser milê gelê Başûrê Kurdistanê ku bi taybet gelekî bi salên dirêj li himberî rejîmekî wek ya Baas li ber xwe daye.”

Hemîd anî ziman ku Erdogan dixwaze di desthilatdariya xwe de wekî dîrokekê ji bo xwe bafirîne û heta li ser desthilatê ye, Mîsakî Millî pêk bîne û wiha pêde çû: “Li vê derê berpirsyatiya mezin dikeve li ser milê hunermendên kurd, bi taybet hunermendên welatparêz yên ku dilê wan ji bo doza azadiyê lê dide. Di vê rewşê de pêwîste helwestên xwe nîşan bidin û di nava hêzên siyasî yên Kurdistanê de bibin pirek, ji bo dawî li van gengeşeyên di nava hêz û aliyên siyasî de, bi taybet li başûrê Kurdistanê di navbera PKK û PDK’ê de bîne. Hunermend wekî peyamekî rast û pake ji bo gelên Başûr, Bakur, Rojhilat û rojavayê Kurdistanê bêyî cûdahî ye. Mirov dikare bêje her hunermendekî kurd herî kêm bîst kes stiranên wan guhdar dikin û jê bandor dibin, dema di vê rewşê de hunermendên kurd bêdeng dibin mirov normal dibîne ku gel jî bêdeng be. Ji bo vê ez dibêjim ji niha ve erkekî dîrokî dikeve li ser hemû hunermendên kurd, lê ne tenê hûnermend, mamosteyên olî, helbelbestvan, sînamevan, nivîskar û rewşenbîrên kurd, yanî dikeve li ser milê hemû beşên civakê yên li Kurdistanê. Bi rastî yê ku xwedî li hevdû derbikeve dîsa em bixwe ne.”

Hunermend Hemîd Urmiye di dawiya axaftinên xwe de bi bîrxist ku pêwîste ew wek kurd vê yekê bizanibin ku mebesta dewleta tirk ne tenê Başûr, PKK û YNK ye, armanc dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku helwestên xwe bi xwepêşandanên netewî nîşan bidin. Her wiha diyar kir ku divê hunermed jî xwe weke mertalên zindî bidin pêş û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin ku seferberiyekê li başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin, em daxwaz li hêz û aliyên siyasî bikin ku dawî li hevkariya bi dagirkerên tirk re bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar