Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Îba: Li dijî tecrîdê berxwedana topyekûn divê

Yûsûf Îba ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 36 roj in li Torontoyê di greva birçîbûnê  de ye. Îba li dijî tecrîdê banga berxwedana topyekûn kir

Ciwanê kurd Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê ye, bi boneya salvegera komploya navneteweyî axivî û wiha got: “Em ê rê nedin komployan, bi berxwedanê em ê pêşî li wan bigirin.”

Îba diyar kir ku greva birçîbûnê ya Hevsreoka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê li dijî tecrîdê dest pê kir, di demeke kin de kete rojeva cîhanê. Yûsûf Îba, li bajarê Toronto yê Kanadayê 36 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Îba tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî bi biryar e ku çalakiyê bidomîne. Îba ji bo çalakiyên li dijî komploya navdewletî tên lidarxistin, bang kir ku li her deverê kurdistanî dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Îba wiha dewam kir: “Ez grevên birçîbûnê yên vê demê gelekî watedar û girîng dibînim. Ji ber ku ev hewldan hewldana bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e. Bi hevala Leyla re dest pê dike, piştre Nasir Yazig û me hewl dan bidomînin.”

Îba diyar kir ku tecrîda teqez a li ser Ocalan bi rêya vê tecrîdê dikare ji holê were rakirin û got, “Di şexsê rêberê gelekî de ew gel bi temamî hatiye tecrîdkirin. Di rewşeke wiha de gelê me ancax bi berxwedana topyekûn dikare bersivê bide.”

Îba bi dewamî wiha got: “Em ê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê dakevin qadan. Ez ê pankarta bi nivîsa ‘azadî ji Ocalan re’ hildim û 5-6 saetan tev li meşa dirêj bibim. Piştî meşê ez ê li Yonge Vebloorê xwe bigihînim nav gel û em ê bi hev re tecrîdê û komployê şermezar bikin. Em ê bibin ji wan kesan ku dîroka xwe bi xwe dinivîsînin.” TORONTO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar