Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Îbrahîm û Nûrhak bûn pêşengên Şerê Gel ê Şoreşgerî’

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn, aşkera kir û wiha got: “Hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak bûn pêşengên Şerê Gel ê Şoreşgerî ku li Bakurê Kurdistanê bilind bûye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn, ev agahî parve kir:

“10’ê Cotmeha 2023’an li qada Omeryan a Mêrdînê di navbera hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Hevrêyên me bersiv dan û şerekî tund qewimî. Artêşa dagirker li dijî her du hevrêyên me bi sedan dagirker û gelek teknîkên şer bi kar anî. Lê hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak bi cesaretek mezin û ruhekî fedayî bersiva dijmin dan û bi saetan şer kirin. Di vî şerî de hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak derbeyek giran li dijmin xistin û 3 dagirker ceza kirin û gelek dagirker jî birîndar bûn. Lê artêşa Tirk a dagirker bi medyaya xwe ya şerê taybet, hewl da ku windahiyên xwe veşêre. Gerîlayên Bakurê Kurdistanê li hemberî teknîka dijmin û êrîşan, derbe li artêşa dagirker xist û têk bir. Vê yekê hemû derewên şerê taybet a dewleta Tirk vale derxist û teşhîr kir. Lewma hewl dide ji raya giştî veşêre. Lê hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak bi lehengî şer kirin, berxwedaneke destanî nivîsandin, windahiyên giran bi dijmin dan jiyankirin û heta nefesên xwe yên dawî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak bi berxwedana xwe nûneriya mîlîtaniya fedayî ya Apoyî kirin û bûn pêşengên Şerê Gel ê Şoreşgerî ku li Bakurê Kurdistanê bilind bûye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ala şoreşê ya ku wan radestî me kirî, bi zanebûn û berpirsyarî hîn bilindtir bikin da ku bibin layiqê wan.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Îbrahîm Tolhildan

Nav û Paşnav: Bîlal Şahîn

Cihê ji dayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Lamîa – Elî

Cih û dîroka şehadetê: 10’ê Cotmeha 2023’an / Mêrdîn

 

Nasnav: Nûrhak Dêrik

Nav û Paşnav: Ramazan Temel

Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Mehdiye – Cebraîl

Cih û dîroka şehadetê: 10’ê Cotmeha 2023’an / Mêrdîn

 

ÎBRAHÎM TOLHILDAN

Hevrêyê me Îbrahîm li bajarê Elîhê di malbateke koçer de hatiye dinê. Ji ber ku malbata wî ji şaxa Qîroyî ya eşîra Didêrî bû, hem bi çanda kevnar a koçertiyê, hem jî bi exlaqê civakî û bi hestên welatparêziyê mezin bû. Ji ber ji hewirdora malbata hevrêyê me Îbrahîm tevlîbûna têkoşîna azadiyê hebû, bû sedem ku hevrêyê me di temenê biçûk de tevgera me nas bike. Li bajarekî ku fermandarên efsanewî yên wekî fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) û Sarî Îbrahîm (Ramazan Toptaş) lê derketine mezinbûn, berê lêgerîna hevrêyê me Îbrahîm jî guhert. Ji biçûkatiya xwe ve xeyala ku bibe gerîla çêdikirû li ser vê bingehê mezin bû. Heya dibistana navîn xwend, lê paşê dibistanên ku navendên asîmîlasyonê bûn terikand û wek karker xebitî. Tevlîbûna kurên mamê wî hevrê Metîn Şahîn û Zekî Şahîn di nava têkoşînê de û piştre şehadeta wan, rê li ber lêgerîna têkoşînê ya hevrêyê me Îbrahîm vekir. Pêşî beşdarî çalakiyên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû, di nava serhildanan de cih girt û pêşengtiya wan kir. Lê çi dikir jî, her tim têkoşîna xwe kêm didît û her tim ji bo azadiya gelê me hewl dida zêdetir bike. Li ser vê esasê di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di asta profesyonel û fedaî de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Îbrahîm ku li çiyayên Garzanê dest bi jiyana gerîlatiyê kir, navê hevrêyê xwe Sarî Îbrahîm (Ramazan Toptaş) ku weke rênîşê xwe yê têkoşînê girtiye, hilgirt. Li ser şopa hevrê Îbrahîm têkoşîn û meşa xwe berdewam kir û bû şopdarê kevneşopiya Îbrahîmî. Piştî demeke kin li Garzanê pratîk kir, li ser biryara vekişînê ya wê demê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiya bingehîn a gerîlatiyê dît, derbasî qada pratîkî bû û berpirsyarî girt ser milên xwe. Hevrêyê me Îbrahîm ê ku xwedî kesayetek gihîştî, mutewazî û kedkar e, zû bi pêş ket. Bi ked, hewl û têkoşîna xwe hem di warê bîrdozî de xwe perwerde kir û pêş xist û hem jî ezmûn û hostatiya pratîkî bi dest xist. Li ser vê bingehê di dibistanên nû yên perwerdehiya şervanan de fermandarî kir û hevrêyên xwe yên nû tevlî gerîla bûn, perwerde kir. Bi hevrêtiya xwe ya samîmî û ji dil, ne tenê bîrdoziya Apoyî, hevrêtiya PKK’ê û jiyana watedar a gerîla jî ji hevrêyên xwe re vegot û di şexsê xwe de jî xistiye meriyetê. Dizanibû ku ji hevrêyên xwe re bibe rênîş, pêşeng û fermandar. Di wê ferqê de bû ku, her çendî ked li ber hevrêyên xwe bide, pêş bixe, bi hêz û mezin bike, dê ewqas xwe û têkoşînê mezin bike û li ser vê esasê ked da. Li dijî pergala modernîteya kapîtalîst a ku mirovan ji cewherê dûr dixe, dike dijminê hev û qels dike, bersiva herî mezin bi xurtkirina hevrêyên xwe da.

Hevrê Îbrahîm got, ‘Armanca min a sereke ew e ku bibim milîtanekî xurt ku di her qadê de profesyonel bibe’ û li ser hîmê vê îdîayê tevlî nav qadên perwerdehiyê bû ku gerîlatiya profesyonel hîn bibe û xwe jêhatîtir bike. Di van perwerdehiyan de ji fermandarên weke Şervan Varto, Bawer Colemêrg, Savaş Maraş û Cumalî Çorum ên ku navên xwe bi fermandarên fedaî di dîrokê de neqişandine ders girt û ezmûnên mezin bi dest xist. Hevrê Îbrahîm bi perwerde, têgihiştin, hişmendî û asta taktîkî ya ku wergirtî berê xwe da pratîkê. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û di xebatên cuda de berpirsyarî girt ser milên xwe û xebatên pratîkî meşandin. Di van hemû xebatan de berpirsiyarî girt ser milên xwe, bi biryar xebitî, ezmûnek mezin bi dest xist û her karê ku tê de cih girt bi serkeftî qedand. Hevrê Îbrahîm ku weke derwêşekî jiyan dikir û bi awayekî fedaî têdikoşiya, bû hevrêyekî ku ji aliyê hemû hevalan ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Bê hesab tevlî jiyana PKK’ê bû, bi keda xwe hevrêyên xwe û jiyanê bi hêz û bedew kir. Ew pêşengek bû ku hevalên xwe di her hawîrdorê de li dora xwe kom dikir, motîve dikir, moralê wan bilind dikir, pîvanên wan bilind dikir û ew teşwîq kir ku hê bêhtir bandortir têbikoşin.

Dema ku pêşniyara Hevrê Îbrahîm ku her tim dixwest xeyala xwe ya gerîlatiyê li Bakurê Kurdistanê bi tecrûbeya xwe ya mezin pêk bîne, hat erêkirin, derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Dema diçû qada pratîkê hest, raman û îddîayên xwe bi van gotinan anî ziman: ‘Fedakarî tê wateya ku di wext û cîhê rast de çi pêwîst be kirine. Çi dibe bila bibe dema hate xwestin divê canê xwe bide û gava hewce bike dê bizane çawa bijî. Hevrê Şehîd Mazlûm Dogan dibêje, ‘jibîrkirin îxanet e.’ Di serî de diyar dikim ku, ez ê hesabê ji her êrîşên li ser Rêbertiya me, gelê me, hevrêyên me û hemû nirxên me bipirsim. Ji bo bîranîna hemû hevalên me yên şehîd careke din sonda tolhildanê nû dikim. Ez tenê dema tola hevrêyên xwe hilînim, dikarim layiqî dilsoziya xwe bibim. Ez vê bi hemû samîmiyeta xwe dibêjim. Ez ê di her xebata xwe de serketinê ji xwe re esas bigirim û hewl bidim ku bawerî û hêviya hevrêyên xwe ya li hemberî min vala neçe. Herî dawî ez ê bibêjim; Ez diyar dikim ku ez ê layiqî Rêbertî, gelê xwe, şehîdan û hemû hevrêyan bim. Dem dema tolhildanê ye, kêliya hesabpirsînê ye. Fedaiyên ku xwe feda dikin, ti gumanek wan nîne û tiştek ku winda bikin jî nîne. Tenê gumana serkeftinê dijîn. Berxwedan jiyan e, bi qasî ku hûn li ber xwe bidin hûnê ewqas bijîn.’

Hevrêyê me Îbrahîm bi salan weke derwêşekî fedaî ku cewher, gotin û pratîka wî yek bû têkoşiya. Li Mêrdînê di gelek derbên ku li dijmin hate xistin de pêşengî kir û şerekî bi bandor ku ala serkeftinê dihejîne meşand. Her tim bi ruhê fedaî yê Apoyî li hemberî dijmin li ber xwe da û fedekarî li her kêliya jiyana xwe serdest kir. Di 10’ê cotmehê de di şerê li herêma Omeryan de tevî hevrê Nûrhak Dêrik bi lehengî li hember artêşa dagirker li ber xwe da, derbên giran li dijmin xist û gihişt şehadetê.

NÛRHAK DÊRIK

Mêrdîn navendeke girîng a welatparêz a Kurdistanê ye ku ji bo welat û jiyaneke bi rûmet mirov texsîr nakin ku bedel bidin. Xelkê me yê Mêrdînê, ji bo parastina nasname, ziman û çand û Kurdîtiya xwe li dijî her êrîşê, bi rolekê giring rabûye. Bîra gelê me zindî ye. Li dijî êrîşên dijmin her li ber xwe daye, kiriye ku nifşên bê jî pê bizanin. Bi vî awayê xwe xelkê me yê Mêrdînê bûye dîrok, bi berxwedana ku dike jî bûye pêşeroj. Cihekê pêşîn li tevgera azadiyê ya bi pêşengtiya partiya me PKK’ê bûye xwedî, Mêrdîn e. Bi serhildanên xwe pêşengtî ji têkoşîna me re kiriye. Xelkê me yê Mêrdînê tu texsîr nekiriye ku ewladên xwe yên herî hêja feda bike, berxwedan kiriye wek çand û nifş bi nefş neqil kiriye.

Hevrêyê me Nûrhak ji Dêrîka Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, ji malbateke ji eşîra Sorkî ya bi reh û kok e ku di têkoşîna welatparêzî û azadiyê de bedel daye, hevrêyê me Nûrhak jî bêyî guman bi çandeke wiha ya berxwedanê mezin bûye. Ji malbatê û der û dora xwe hişmendiya welatparêziyê pê re çê bûye, bi awayekê girêdayî Kurdîtiyê mezin bûye. Ji ber ku malbatê bar kiriye navçeya Wêranşarê ya Rihayê, hevrê Nûrhak tevî hemû êrîşên bişaftin û qirkirinê yên dijmin ziman û çanda xwe parastiye û bersiva herî baş daye dijmin. Wêranşar cihekê welatparêz e, wî li wir têkoşîna me nas kiriye. Hevrê Nûrhak bi ciwanî bûye şahidê berxwedana dîrokî ya Kobanê, ji berxwedana Kobanê ku li dinyayê deng daye û mîlîtanên fedaî ji bo pêşerojeke azad a gelê me bi qehremanî şer dikin, bi bandor bûye. Hin xizmên wî ku li Kobanê şer dikin û dibin şehîd jê re dibe wek xaleke werçerxê. Hevrê Nûrhak ji bo bi erka xwe rabibe biryar li ser gihîştina têkoşîna gerîla dide û sala 2015’an diçe çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me li Mêtînayê digihîje gerîla û perwerdehiya xwe ya pêşîn li wir dibîne. Xeyala wî ya gerîlatiyê û jiyana gerîla ku li hev tên pir kelecanî dibe. Ji wê boneyê gihîştina gerîla ji bo xwe wek avêtina gav ber bi jiyaneke nû ve dibîne û diyar dike ku cihek e ku mirov dikare bi awayekê sade û azad bijî. Dikeve wê hewilê ku her kêliya jiyana xwe ya di nava gerîlayan de têr baş bijî, hêj ji rojên pêşîn ên tevlêbûna xwe ve bi coş û moralê xwe dibe mîlîtanekê pêşeng. Di her şert û mercî de geşkirina têkoşînê ji xwe re dike armanc da ku bibe bersiv ji bo daxwaza azadiya gelê me û bêyî sekin tê dikoşe. Bi zindewarî û lêgerîna xwe ya dawî lê nayê li her cihê lê ye dike ku hevrêyên wî jî tev bigerin û jiyanê bi vî awayî rengîn dike, bi van taybetiyên xwe zû bi zû dertê pêş. Hevrêyê me ji gava dest bi gerîlatiyê dike, li Metînayê tevlî xebatên pratîk dibe, li Metînayê gelek ked dide. Bi fedakariya xwe tê naskirin, yekê ji dil û rast e ji ber ku, cihê xwe li ba hemû hevrêyên xwe çê dike. Hevrê Nûrhak girêdayê hevrêtiyê ye, ji wê boneyê her fedakariyê dike, gava bivê her xeteriyê dide ber çavên xwe û hevrêyên xwe diparêze. Hevrê Nûrhak diyar dike ku nirxa herî mezin hevrêtî ye, dibe mîlîtanekê Apoyî yê pêşeng ku sira serkeftina têkoşîna me ya azadiyê bi dest dixe. Li Mêtinayê nêzîkê sê salan dixebite. Bi naskirina herêmê, hestyarî û jêhatîbûna xwe ya di şer de, dibe gerîlayekê şareza. Li dijî êrîşên dijmin ên li ser Metînayê her amade bûye û li herî pêş bersiv daye dijmin. Di çalakiyan de ku li dijî dijminê dagirker hatine lidarxistin, cihê xwe girtiye û hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherandiye çalakiya bi zanebûn.

Piştî pratîka xwe ya biserketî li Metînayê, daxwaza gerîlatiya li Kurdistanê ku xeyala wî ye bi hevalên xwe re parve dike. Li ser vî esasî tevlî perwerdehiyên şarezabûnê dibe. Bi perwerdehiyên ku dibîne hem bi leşkerî hem jî bi îdeolojîk hevrê Nûrhak dibe yekê şareza, wek mîlîtanekê bi îdia yê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk sala 2019’an derbasê Mêrdînê dibe.

Hevrê Nûrhak ku pê dihese Senar Dêrik ku xizmekê wî yê nez e, li Avaşînê bûye şehîd, soza geşkirina têkoşînê dide.

Ji coş û kelecana çûna Mêrdînê hevrêyê me bi dil û can dest bi xebatê dike û zû bi zû dibe gerîlayekê şareza. Li Mêrdînê di serî de hevrê Hewram Avyer, Sozdar Cûdî, Xebat Kop û Zana Rojda, derfet û siûda wî ya bi gelek hevrêyên me yên hêja re di heman eniyê de şer bike çê dibe, di her kêliya têkoşîna xwe de ji bo bibe liyaqê van hevrêyan, têkoşiyaye.

Li ser vî esasî ketiye hewila xistina derbeyan li dijmin da ku heyfa şehîdan hilîne û bibe bersiv ji bo xeyala azadiyê ya gelê me. Di gelek çalakiyan de ku li dijî dijmin hatine lidarxistin, hevrê Nûrhak bi wêrekî û fedakariya xwe bûye mîlîtanekê pêşeng.

10’ê Cotmehê li herêma Omeriyan ku bi dijmin re pev çûye, heta bi dawiyê bi vê sekina xwe rabûye, wî û hevrêyê xwe Îbrahîm Tolhildan bi hev re derbeyên giran li dijmin xistine. Hevrê Nûrhak ku xelekek ji xelekên dawîn ên xeta fedaîtiyê ye ku ji dijmin re li Bakurê Kurdistanê nabêje eman, heta hilma xwe ya dawîn jî tawiz ji sekina xwe nade û digihîje karwanê şehîdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar