Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Îdareya girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!

Li Firat Darî yê li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin bi boneya li gel dayika xwe bi telefonê kurdî axiviye wek “şîfrekirî” hatiye dîtin û cezayê qedexeya mehek telefonê lê hatiye birîn

Navenda Nûçeyan

Çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 47’emîn de berdewam dike, li gel ku girtî dixwazin binpêkirinên mafan bi dawî bibin jî lê binpêkirinên mafan li girtîgehan didomin.

Ceza li kurdî birîn

Firat Darî yê ji Doza Nisêbînê 6 sal in girtî ye li Girtîgeha Tokatê Tîpa T tê ragirtin û di 4’ê çile de bi rêya telefonê bi dayika xwe re axivî. Hat zanîn ku Darî bi kurdî li gel dayika xwe axivî ye. Darî di telefonê de ji dayika xwe re gotiye “Rewşa Amedê çawa ye.” Dayika wî jî bersiva wî daye û gotiye “Baş e, baran e.” Ji ber van gotinên kurdî derbarê Darî de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Di lêpirsînê de hat gotin axaftin bi “şîfrekirî” bûye û ji ber vê yekê mehek cezayê qedexekirina hevdîtina telefonê li Darî hat birîn.

Ceza hêj nehatiye sepandin

Firat Darî duh bi birayê xwe Ahmet Darî re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî û wiha jê re got ku: “Hefteya derbasbûyî ez bi dayê re axivîm. Min jê pirsa ‘Rewşa Amedê çawa ye?” kir. Dayê jî got ‘Baş e, baran e.’ Li ser vê yekê îdareya girtîgehê axaftina me wek ‘şîfrekirî’ hesibandiye û ji ber vê mehek cezayê qedexeya hevdîtina telefonê li min birîn. Ez nizanim wê ev ceza kengê were sepandin.”

Beşdarê greva birçîbûnê bûye

Darî destnîşan kir ku ew di koma nehemîn a greva birçîbûnê de cih digire û got: “Heta daxwazên me bicih werin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em di vî warî de li benda gel in ku piştevaniya me bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar