Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Îdareya girtîgehê ji bo faksa ku tê de behsa binpêkirina mafan hatiye kirin got ‘xetere ye’

Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê girtiyeke xwestiye bi rêya faksê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji Rojnameya Yenî Yaşamê re bişîne, lê belê îdareya girtîgehê bi hinceta "ji bo asayîş û ewleyiya saziyê xetere ye" faksa girtî neşandiye.

Navenda Nûçeyan

Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F’yê girtî Sedat Şîmşek, ji bo bipêkirinên mafan bi rêya Rojnameya Yenî Yaşamê ragihîne raya giştî, xwestiye faksekê ji rojnameyê re bişîne lê belê îdareya girtîgehê nehiştiye. Bûyer di meha Mijdarê de qewimiye. Komîsyona Xwendinê ya Girtîgehê ji bo faksa Şîmşek gotiye “xetere ye” û neşandiye.

Şîmşek di faksa xwe de ev tişt nivîsandiye: “… Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F’yê ji zû de ye em bi binpêkirinên mafan ên dijwar re rû bi rû ne. Piştî şewba koronayê zext, tecrîd û binpêkirina heysiyet û rûmeta mirovan û îşkence pir zêde bûye… Daxwazên me yên ji bo guherandina odeyê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Bêyî xwesteka me, me bi zorê ji odeya me derdixin û dibin odeyeke din. Bêyî ku biryara dozgeriyê hebe, îdareya girtîgehê muameleya ‘girtiyên muebeda giran’ li hin hevalên me yên nû dikin û wan dixin hucreyeke yekkesî û wan tecrîd dikin… Tim bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê dibirin. Ji bo nîşeyên ku em di hewadariyê de ji hev re dişînin û tê de li hal û ehwalê hevdû dipirsin, 15 roj cezayê hucreyê tê birîn…”

Her wiha îdareya girtîgehê derbarê Şîmşek de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û ji bo faksa wî gotiye: “Ji bo asayîş û ewleyiya saziyê xetere ye.”  EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar