Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Îdianameya der barê êrîşa li dijî malbata Şenyaşar de hate qebûlkirin

Îdianameya der barê êrîşa parêzer û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz a li dijî malbata Şenyaşar ku 3 endamên wê hatibûn qetilkirin, hate amadekirin. Îdianame ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve jî hate qebûlkirin

Di 24’ê hezîrana sala 2018’an beriya hilbijartina giştî, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar hatin kuştin. Her wiha Ferît, Memet û Fadil Şenyaşar jî di nav de, bi giştî 9 kes jî birîndar bûbûn. Di bûyerê de birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz jî hatibû kuştin.

Piştî bûyerê jî Fadil Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê. Şenyaşar bi îdiaya ‘kuştin’ û ‘birîndarkirin’ ê hate girtin. Lê tevî dîmen û şahidan jî ji malbata Yildiz tu kes nehate girtin. 17 meh piştî bûyerê, kesê bi navê Enver Yildiz bi gelek parêzvanan ve hatibû Dadgeha Rihayê û hatibû girtin.

Îdianame sûcên heyî vedişêre

Dozgeriya Rihayê jî piştî 18 mehan îdianame amade kir. Balkêşe ku dozgerê ku îdianame amade kirî, cih nedaye êrîşa hovane ya li dijî malbata Şenyaşar. Di îdianameyê de kite kitên bûyera li nexweşxaneyê ku lêpirsîna wê didome, cih negirt. Dozgeriyê îdianame pêşkêşî 7’emîn Dadgeha Cezayên Girana a Rihayê kir. Dadgehê jî îdianame qebûl kir.

Endamên malbata Şenyaşar tên sûcdarkirin

Di îdianameyê de Fadil Şenyaşar ku girtî ye û Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji êrîşê rizgar bûbû jî di nav de, 13 kes bi îdiayên ‘kuştin’, ‘hewldana kuştinê’, ‘birîndarkirin’, ‘ziyan dane mal’ û ‘li ser xwe çek gerandine’ tên sûcdarkirin. Di îdianameyê de Fadil û Ferît Şenyaşar, ji xizmên Yildiz jî Kenan, Abdurrahman, Mûstafa, Nîhat û Suleyman Yildiz  weke ‘Gumanbarên muştekî’ û kesên bi navên Enver, Alî, Mehmet û Îbrahîm Yildiz û Îbrahîm Halîl û Mehmet Şîmşek jî weke ‘gumanbar’ hatine diyarkirin.

Doz di 24’ê adarê de tê dîtin

Hat zanîn ku danişîna yekemîn a dozê dê di 24’ê adara 2020’an de bê dîtin. Dadgehê bi hinceta ‘Ewlehiya cemaweriyê’, ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê xwest ku dozê bidin cihekê din. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar