Dadgeh dê di nava 15 rojan de ya îdianameyê qebûl bike yan jî dê red bike.
Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran operasyon hatibû lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav binçavkiriyan de bûn. Fîlîz Yilmaz piştî îfadeyên li dozgeriyê hatibû berdan. 15 kes bi daxwaza girtinê û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Enqereyê hatibûn kirin.
Dadgeriyê derbarê rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû, Erol Balci, Abdurrahîm Tanyerî û Ramazan Debe de biryara rgirtinê da. Hevjîna Sedat Yilmaz, Selma Yilmaz, Cahît Kanbay,  Cîhan Guneş, Îsamîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmut Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî ya îmze û qedexeya derketina derveyî welat hatibûn berdan.