Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiayên “Rêvebertiya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” derheqê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 50 jinan biryara binçavkirinê hatibû dayîn û polîsan di 29’ê mijdarê de li Enqere, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê bi ser 57 malan de girtin û 22 jin binçav kirin. Jinên hatin binçavkirin birin Enqereyê, di 3’yê kanûna 2022’yan de bi îdiayên “Rêvebertiya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 22 jinên binçavkirî Aysel Ceylan, Bedîa Akkaya, Hulya Kinagû, Gulistan Dehşet, Amîne Demîr Çoban, Mekiye Ormanci, Fîgen Aras Kaplan, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme û Hatîce Gungor hatin girtin.
Her wiha Berîtan Can Yaş, Hazal Aras, Dîlan Akpolat, Yelîz Ayyildiz, Hulya Taşar, Zeynep Boga, Zekiye Guler, Tamcîhan Çelebî, Sûltan Esen, Besîle Narîn, Hatîce Yaman û Meral Şîmşek bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Îdianameya derheqê 22 aktîvîstên TJA’yê de hat amadekirin û 20 rûpelên wê yên destpêkê agahiyên têkildarî rêxistiniya jinan a PKK’ê û rêzikname, peyman û dîroka damezirandina Kongreya Jinên Azad (KJA) û Jinên Ciwan ên Azad û Demokratîk (ODGK) de ne ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hatibûn girtin. Di îdianameyê de endamtiya jinan a TJA’yê weke sûc hat hesibandin û cih dan nûçeyên têkildarî daxuyaniyên KJA’yê yên derheqê komkujiyên jinan, têkoşîna jinan û ekolojiyê û panelên bi mijara xweparastina cewherî. Di îdianameyê de hemû çalakî û xwepêşandanên KJA’yê weke sûc hatin hesibandin û damezirandina “Lijneya Şêwirmendiya Aboriyê ya Jinan” weke sûc hat qebûlkirin.
Her wiha di îdianameyê de çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê jî cih girtin. Daxuyaniyên KJA’yê yên weke “Divê em li cem Kobanê cih bigirin” û “Rêya parastina azadiya jinan a li dijî qirkirina jinan a bi destê DAIŞ’ê tê kirin ew e ku em ji niha ve Kobanê biparêzin” weke sûc hatin hesibandin. Di 20’ê tîrmeha 2015’an de kuştina 33 ciwanan a bi destê DAIŞ’ê li navçeya Pirsûs a Rihayê ku ji bo pêlîstokan bişînin hatibûn navçeyê jî weke “bûyera teqînê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê” hat pênasekirin û çalakî û bangawaziyên KJA’yê yên ji bo vê komkujiyê weke sûc hatin hesibandin. Her wiha nûçeyên KJA’yê yên di sala 2016’an de li dijî polîtîkayên şer weke sûc hatin qebûlkirin.
Şahidên nepen
Îfadeyên şahidên nepen “ULAŞ” û Kerem Gokalp ku di Doza Kobanê û doza Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) de cih girtibûn di vê dosyayê de jî cih girtin. Balkêşe ku “şahidan” di îfadeyên xwe de ji bo hemû jinan jî gotinên mîna hev kirine û ev gotinên wan weke hinceta “rêvebertiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatine nîşandan.
Di îdianameyê de îfadeyên gelek şahidên ji dosyayên lêpirsînê yên cuda jî hatin bicihkirin. Şahidan di îfadeyên xwe de derheqê TJA’yê de yek gotin jî nekiriye lê balkêşe ku îfadeyên wan li dosyayê hatine zêdekirin. Kesên bi navên Sabrî Erdogan, Firat Şîşman û Merdan Rûştû Ovalioglû ku weke şahid lê hatiye guhdarîkirin, di îfadeyên xwe de derheqê TJA’yê de tu agahî nedan.
Delîlên rêvebertiyê
Raporên MASAK’ê jî di îdinameyê de bi berfirehî cih girt û pereyên hatine şandin weke sûc hatin hesibandin. Ji bo jinên ku milk kirîn îfadeya “Nayê zanîn bê ka pereyê neqd û nekêşbar çawa hatiye temînkirin” hatiye bikaranîn. Ev rewş, weke sedema “Rêvebertiya rêxistinê” hatiye nîşandan.
Bi domdarî di îdianameyê de şandina pereyan a ji endamên malbatê re û neşandina pereyan a ji bo hemû endamên jin ên malbatê weke “rewşeke gumanbar” hatiye pênasekirin. Ji bo Bedîa Akkaya îfadeya “qeyda edlî ya rêxistinî heye” hatiye bikaranîn û tê gotin ku bi xwişka wê re kirariyên bankavaniyê hene lê li gel endamên din ên malbatê ev kirarî tune ne. Ev rewş ji bo îdiaya “şexsa ku di bin sîwana avadaniya jinan a rêxistinê de xebatan dimeşîne” weke delîl hatiye nîşandan.
Hatîce Yaman bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û pereyê ku Yaman bo endamên malbata xwe şandin weke sûc hat dîtin. Ji bo xwişk-birayên wê pênaseya “qaşo malbata nirxan e” hatiye kirin û wiha hat gotin: “Kirariyên bankavaniyê yên bêyî beşa îzehetê were diyarkirin bi 2 xwişkên xwe yên ji ‘qaşo malbata nirxan ên qeyda wan a kirariyên edlî heye re’ kiriye.” Meral Şîmşek jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Pereyê ku Şîmşek ji hevjîn û xwişk-birayên xwe re şandî weke sûc hat dîtin. Hat destnîşankirin ku “ji hêla terorê ve qeydên edlî” yên kesên Şîmşek pê re kirariyên bankavaniyê kirin tune ne lê di îdianameyê de ev rewş weke rewşeke “gumanbar” hat nivîsandin.
Kirariya bankayê hebe jî nebe jî sûc e!
Di îdianameyê de nirxandinên hevnegirtî yên têkildarî şandina pereyan cih girtin û tunebûna kirariyên bankavaniyê jî weke sûc hat hesibandin. Di beşa “Nirxandina giştî” ya îdianameyê de hem wiha tê gotin ku “… di tevgera hesabê de ji endamên rêxistinê yên rastî darizandinên edlî hatin pere hatiye şandin û hatiye fêmkirin ku ev yek ji bo domandina xebatên rêxistinê hatiye kirin” û hem jî wiha hatiye gotin: “Di daneyên MASAK’ê de tevgera hesaban bi qasî ku mirov bibêje qet tune ye kêm in yan jî tevgera pereyan qet nîne.”
Di îdianameyê de herî zêde îfadeya “bi şexsê endama malbata nirxan re kirariyên bankavaniyê çêbûye” hatiye bikaranîn û pereyên hatine şandin jî weke sûc hatine hesibandin. Lê nehat vegotin bê ka tespîta “Malbata nirxan” çawa hatiye kirin. Heta gihiştiye asteke wisa ku ji bo fîrmayan jî pênaseya “malbata nirxan” hatiye kirin. Balkêşe ku di îdianameyê de ji bo Yelîz Ayyildiz Kiyak ev tawanbarî hatine kirin: “Rêveber/Ji hêla terorê ve qeyda şirîkên wê hene/bi 3 fîrmayên ku qaşo malbatên nirxan in re kirariyên bankavaniyê kiriye.”
Hingiv, tilûm, deyn
Hatîce Gungor dema pere şandin, di beşa îzehetê de peyvên weke “hingiv, tilûm, deyn” û hwd. nivîsandine û ji bo van peyvan jî nirxandina “gumanbar” hatiye kirin. Di îdinameyê de wiha hat gotin; “Pere bi rêbaza HEWALE/EFT’ê û bi îzeha hingiv, tilûm û hwd. ji kesên endamên qaşo malbatên nirxanin an jî kesên qeyda wan edlî ya rêxistinê heye re hatine şandin û ev rewş jî xisûsekî balkêş e.” Kirariya bankavaniyê ya behsa xeberê weke hinceta îdiaya “Şexsa li ser navê xebatên avadaniya jinan a rêxistinê dixebite” hat nîşandan.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Bedîa Akkaya di kanûna 2017’an de tev li kongreya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bûbû û ev yek weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de cih dan qeydên bazê yên Akkaya û wiha hat gotin: “Li gel ku li bajarê Amedê dijî; li gorî bazê di navbera 16’ê kanûna 2017’an saet di 16:54:40’an heta 17’ê kanûna 2017’an saet 18:57:12’an li Enqereyê bû û daneyên bazê nîşan didin ku gelemperî li derdora Kolana Buklumê bû. Di lêkolîna çavkaniya aşkere de xuya bû ku armanca gumanbar Bedîa Akkaya ya hatina bajarê Enqereyê ew bû ku tev li 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bibe ku di 17’ê kanûna 2017’an de li Hotêla Plaza ya Enqereyê ya li ser Cadeya Bestekar a kolenek li bin Kolana Buklumê ye hat lidarxistin.”
Nûçeyên têkildarî binçavkirinên cuda û dozên jin jê tên darizandin jî di îdianameyê de bi berfirehî cih girt. Li gel daxuyaniyên jinan, her wiha hevpeyvînên ku navên wan tê de derbas dibin jî li îdianameyê hatin zêdekirin.
Endamtiya FETO û PKK’ê
Yek ji jinên derheqê wê de îdianame hatiye amadekirin jî Amîne Demîr Çoban e. Ji ewil hatiye îdiakirin ku têkiliya Çoban bi FETO’yê re heye û bi domdarî bi endamtiya PKK’ê tê sûcdarkirin.
Her wiha jinên girtî bi îdiayên di dozên jinan ên berê de hatine kirin ku gelemperiya wan dozan bi biryara beraetê biencam bûne jî hatin sûcdarkirin.
Telofonên girtî
Her wiha di îdianameyê de qeydên HTS’ê jî cihekî berfireh girt. Di hinek deman de xetên GSM’ê yên jinan girtî bûn û ev yek weke sûc hate hesibandin. Nedayîna sînyalê yên xetên SM’ê weke “Tev li Konferansa Zindanê ya li herêma Qendîlê bûye” hate nirxandin.
Di îdianameyê de ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî pênaseya “25’ê Mijdarê roja Tundiya li Dijî Jinan a Cîhanê” hat kirin. Di 25’ê Mijdara 2014’an de jin çûbûn Rihayê û ev yek weke hinceta “endamtiya rêxistinê” hat nîşandan. Bi heman awayî tevlibûna jinan a çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Dêrsimê jî weke hinceta sûc hat nîşandan.
Di îdianameyê de qeydên HTS û MASAK’ê weke bingeha sûcdariyan hatin nîşandan û di beşa “Girteka Lêkolîn Tespît û Nirxandinê” de ji bo tevahiya jinan bi awayekî “kopî-paste” heman tişt hatin gotin.
Bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Rêvebertiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” yek bi yek ji bo her 22 jinên TJA’yî ji 21 sal û 6 mehan heta 42 sal û 6 mehan cezayê hefsê hate xwestin.
25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdianame nirxand biryara bêrayetiyê da û ji Amedê re şand.