Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Îdir bi biryare ku du parlementeran bişîne parlamentoyê’ 

Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî ya Îdirê Sedat Bulgay, diyar kir ku ew xebatên xwe yê hilbijartinan bi enerjiya ji gel digre bê navber didomîne û got: “Em bi biryarin ku sedsala duyemîn bikin sala edalet, demokrasî û azadiya gelan.”   

Li Îdirê xebatên hilbijartina ku hefteyeke din wê bê kirin bênavber didomin. Îdir, yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku gelek netewên weke kurd, terekeme, azerî lê dijîn. Îdir, bi daneyên nûjen 133.683 hilbijêrên wê hene û 473 sindoq dê lê bên danîn. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’yan de bi 54 hezar 288 dengan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her du parlamenter jî bi dest xist û Mehmet Emîn Adiyaman û Kiznaz Turkelî şandibû Meclisê.

Dîsa di hilbijartina heman salê ya 1’ê mijdarê de ku hatibû dubare kirin HDP’ê 4 hezar 846 deng winda kiribûn û bi 49 hezar 442 dengan tenê Mehmet Emîn Adiyaman şandibû Meclisê. Di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de jî HDP’ê bi 41 hezar 545 dengan Habîp Eksîk şandibû Meclisê. Niha jî Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê ji bo 2 parlamenteran kar bike dimeşîne.

‘Em ê gelê veguhezînin ser sindoqan’

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sedat Bûlgay ku niha bi karê zanîn û teknîkî yên Partiya Çepên Kesk ve mijûl e, têkildarî hilbijartinê axivî. Bûlgay destnîşan kir ku komîsyona hilbijartinê ava kirine û bi hejmarên di destê wan de têkiliyê datînin û bi hilbijêran agahdar dikin. Bûlgan got ew ê roja hilbijartinê gelek hilbijêrên dûr veguhezînin ser sindoqan.

‘Enerjiya gel dide me nahêle ku em qet biwestin’

Bûlgay diyar kir ku ew di xebatên li taxan de jî pûsûleya bi hilbijêran didin nasîn. Bûlgay bi lêv kir ku ji dayîkên tenê bi kurdî dizanin re dibêjin “dengên xwe bidin darê” û wisa agahiyan parve dikin. Bûlgay bi domdarî wiha got: “Gava mirov li qadê be pirtir kêfxweştir dibe. Evînek, hezkirinek bêhempa heye li hemberî partiyê. Gel ewqas bixwebawere ku gava tu wan dibînî xwe gelek bi hêz hîs dikî. Ji ber enerjiya ku em ji gel digirin tu zext, lêferzkirinên polîtîkayên şer, girtin, biçavkirin, şopandin û tacîza pergalê li ser me bandor nake. Em bi sê, çar komîsyonan û bi dehan hevalan re bi hev re dixebitin. Em serê sibê saet 7’an de dest pê dikin û heta saet 10, 11 û carna jî 12’ê şevê berdewam dikin. Lê hûn bawer bikin ku qet hîsa westanê û betilînê nîne. Ez bawerim wê tevahî pêvajoya hilbijartinê wisa berdewam bike.”

‘Em ji bo sedsalek bi edalet û demokrasî derketin rê’

Bûlgay destnîşan kir ku ew bi gotina di sedsala duyemîn a komarê de bi gotina demokrasî û edalet derketine rê. Bûlgay da zanîn ku ew ji bo nûnertiyeke xurt û ji bo rehetiya welat tekoşînê dikin û wiha pê de çû: “Çavê hemû gel li hilbijartinê ye. Li gel vê yekê zextek pir mezin jî li ser me heye. Li hember çapemeniyê û gelek hevalên me yên rêveber operasyonên cûda tên kirin. Heta şanogeran jî binçav dikin û digirin. Di pêvajoyên wisa de gel jî berteka xwe nîşan dide. Hilbijartin jî bi dawî anînek e. Di dawiyê de derfetek ji bo hilweşandina desthilat û hikûmeta ku tu jê heznakî derdikeve pêşiya te. Polîtîkayên deshilata AKP’ê yên weke zext, girtin, binçavkirin, pirsgirêkên civakî û aborî gel perîşan kiriye. Hilbijêrên AKP’ê bi xwe jî gelek bi hêrs in. Em ê di vê hilbijartinê de mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û armanca xwe ya 100 parlmenteran pêk bînin. Em ji bo Îdirê 2-0 dibînin. Heke em hilbijêrên ji bajarên dûr jî binîn wê li Îdirê 2, li tevahiya welat jî em ê 100 parlamenteran bişînin Meclisê.”

‘Em ê bi her awayî xwedî li dengan derkevin’

Bûlgay bal kişand ser ewlehiya sindoqan û wiha dirêjî da axaftin: “Bi îtîraza partiya pergalê MHP’ê û em bi Partiya Çepên Kesk re em nikarin endamên lijneya sindoqan bicih bikin. Pirsgirêk hene lê em zû bi zû paşve gavan neavêjin. Em bi tevahiya gelê xwe re di nava seferberiyê de ne. Wê wezîfedarên me li her dibistanê hebin. Gelek kes ji bo muşahîtiyê serlêdan dike. Em dikin ku li hemû sindoqan muşahîtan bicih bikin. Em li gel şêniyên taxan diaxivin û hişyariya ewlehiya sindoqan li wan dikin. Yanî em ê hatina wan kîskên dengan ji dibistanê heta çûyîna Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bişopînin.”

Bûlgay da zanîn ku hevalên wan pir dixebitin û divê gel, pêşengtiya van xebatan bike û ev tişt gotin: “Bila hevalên me bi tenê nehêlin. Lê em bi hemû derfetên xwe ji bo pêşî li pirsgirêkan bigirin xebatan dikin. Ji ber ku em texmîn nakin ku wê desthilat di roja hilbijartinê de tiştek çawa bike. Em jî bi qasî destê me tê ji bo ewlehiya hilbijartinê dixebitin. Heval û namzetên me bi fedakariyeke mezin dixebitin û em ê hemû hedefên xwe yên li Îdirê, Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin.”

‘Werin em bi hev re govenda azadiyê bigerînin’

Bûlgay diyar kir ku ew ê di 9’ê mehê de mitîng li dar bixin û wiha got: “Di 9’ê mehê de li Qada Şaredariyê mitînga me heye. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û hunermend Cevdet Bagca tev li mitînga me dibin. Em ê di pêşiya hilbijartinê de moreleke mezin bigirin û hemû gelên xwe em vedixwînin mitînga xwe. Bila kerem bikin bên û em bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar