Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...
Pazar - 10 Kasım 2024

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Idlib; peymana Rûsya û Tirkiyeyê

Di hevdîtina rayadarên dewleta tirk a dagirker û rejîma Sûriye û Rûsyayê de li beramberî bêdengiya êrîşa li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, radestkirina Idlibê lihevkirin. Rûsya û rejîma Sûriyeyê li gorî ev lihevkirina êrîşên li ser Idlibê zêde kirin, lê bi muzakereyên Tirkiye û Amerîkayê êrîşa li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo niha hate rawestandin. Rûsya niha ji herkesê re dibêje ew li gorî lihevhatina bi Tirkiyeyê re tevdigere. Tirkiye jî bêdeng e. Çimkî ev rast e. Rûsya niha li bendê ye dewleta tirk êrîşî, bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike û bi kevirek çend çukan bikuje.

Dewleta tirk a dagirker ku digot ew ê li mizgefta Emewî nimêja xwe bikin êdî xuya bû bi temamî binket. Dewleta tirk a bi civînên Astanayê re siyaseta xwe ya li Sûriyeyê xist bin destê Rûsyayê, dest bi jinav birina komên ji xwe re gotin oposîzyon. Ev ji Helebê destpêkir herî dawî li Şam, Xuta û Deraayê dewam kir. Niha jî heman siyasetê li Idlibê dewleta tirk bi Rûsyayê re didomîne. Şerê li Idlibê di meha gulanê de destpêkir û heta meha tîrmehê pêşketinek ber bi çav bi xwe re neanî. Ev jî ji ber Rûsya piştgiriyekî xurt nedida êrîşên rejîma Sûriyeyê.

Di rastiyê de Rûsya li benda helwesta Amerîkayê ya li beramberî Tirkiyeyê bibîne. Rûsya bi radestkirina S-400’an xwest di vê mehê de nakokiyên Amerîka û Tirkiyeyê kûr bike. Lê Amerîka li beramberî ev hemleya Rûsyayê bixûnsarî tevgeriya û bi rawestandina dayîna F-35’an sînordar ma. Rûsya dema dît ku Amerîka ev hemleya Rûsyayê kêm be jî vala derxist, Rûsya xwest li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê nakokiyan dîsa kûr bike.

Li ser Tirkiyeyê, Rûsya û Amerîka di nava hemleyan de ne. Hem Amerîka dixwaze Tirkiyeyê li gor berjewendiyê xwe yê giştî di mijara Sûriyeyê di destê xwe de bigire, Rûsya jî bi heman armancê li ser Tirkiyeyê dixwaze zirerê bide berjewendiyên Amerîkayê. Ev li Idlibê jî xwe da der. Li gor Amerîkayê, bi rêya Tirkiyeyê, li Soçî peymanek bi Rûsyayê re îmze kir û diviya bû heta çareseriyekî li gor biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 tu guhertin di rewşa Idlibê de nebûna. Lê siyaseta dewleta tirk a dagirker ku êdî hedefek wê yê guhertina rejîma Sûriyeyê nemaye, hemû siyaseta xwe ya Sûriyeyê li ser kurd tiştek bi dest nexe tevger kiriye, rewşa Idlibê xist bin xeteriyekî mezin.

Ev demeke Erdogan dibêje ew ê êrîşî gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike. Ev gotin bi carekî nehat gotin. Li pêy ev gotina dijminantiyekî kûr ên kurd heye.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglu û serokê MÎT’ê Hakan Fîdan li Moskovê bi rayadarên rejîma Sûriyeyê Welît Mialîm û Elî Memlûk re rûniştin û bazara Idlibê kirin. Ev bazar li ser Idlib û bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû. Hakan Fîdan di civînê de aşkera dibêje ku ger rejîma Sûriyeyê li beramberî êrîşa li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê bêdeng bimînin, ew ê jî alîkariya xwe li Idlibê ji çeteyan bikişînin. Ev jî tê weteya radestkirina Idlibê. Dewleta rirk û Rûsya li ser Idlibê ne tenê ji bo Xan Şûxûn lihevkirine, ji Cisir Şixûr xeta rêya M4 û ji Meret Nûman xeta rêya M5 bi temamî wê radestî rejîma Sûriyeyê bike. Li beramberî wê êrîşa li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê Rûsya û rejîma Sûriyeyê bêdeng bimînin. Ev peyman yekalî ji aliyê Rûsyayê ve pêk hat. Niha Tirkiye li beramberî vê bêdeng e. Civîna Pûtîn û Erdogan ev bêdengî derbas nekir. Her çend agirbestek bibe jî, ev jî demkî ye. Rûsya li bendê ye ev herêm radestê wê bike. Gelek kes dibêje çima Tirkiye evqas bêdeng e, çimkî lihevkirina wan a bi Rûsyayê pêk tîne. Lê Tirkiye xwest di vê navberê de êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike, nebû. Lê gefên Erdogan dewam dike.

 

Ji bo ev êrîşa xwe pêk bîne her çend bi Amerîkayê re dîplomasiyekî demdirêj hebe jî, Amerîka ji bo berjewendiyê xwe yên demdirêj naxwaze rê bide ev êrîşan. Ji bo wê jî siyasetek nerm ji bo dewleta tirk meşand. Ji aliyêkî ve ambargoya ji bo kirina S-400’an pêk neanî, ji aliyekî din ve li ser parastina sînora Tirkiye û bakur û rojhilatê Sûriyeyê muzakeran kir û heta asteyekî jî bi ser ket. Yek, Amerîka hebûna xwe li Sûriyeyê hinek din jî mayînde kir. Du cara yekemîn hêzek xwe li Tirkiyeyê bicih kir ku ji 2003’yan ve vê dixwest. A herî girîng li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Dewleta Yekbûyî ya Amerîka, di siyaseta Sûriyeyê de Tirkiyeyê hinek din jî nêzîkê xwe kir.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar