Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

ÎHD: Daxwazên girtiyan bi cih bînin

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê,  der barê rewşa çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtigehên Herêma Marmarayê de daxuyanî dan. Komîsyona ÎHD’ê xwest di serî de daxwazên Guven û hemû girtiyên din pêk bê û tecrîd bi dawî bibe

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê,  der barê rewşa çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtigehên herêma Marmarayê de li avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî.

Li salona ÎHD’ê pankarta “Bila tecrîd rabe û kes nemire!” hat vekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatice Onaran daxuyanî da û wiha got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de  li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Dîsa bi daxwazên Guven li gelek girtîgehên din dest bi çalakiyên greva birçbînûnê kirine. Sedema grevê li dijî tecrîd û înkarê ye. Li îmraliyê bi awayekî kêfî tecrîda giran tê meşandin.”

Onaran, destnîşan kir ku tecrîd hepsa hurceyê ye û wiha got: “Di serdema 12’ê Îlonê de yên tecrîd dikirin diavêtin hucereyê. Piştî êrîşên 19’ê Kanûna 2000’an li girtîgehan tîpên F hatin vekirin. Tecrîd bi hucreyên yekkesî û 3 kesan hat girankirin. Tecrîd bi tîpa F mayînde kirin. Her hefte mafê hevdîtnek girtî, mehê hevdîtinek vekirî heye. Her hefte mafê hevdîtinek telefonê heye. Girtiyên rastî cezayê muebetê tên jî rêgezên zagona bingehîn binpê dikin û ji 2 mehan carekê dikarin hevdîtina vekirî bikin. Bi awayekî kêfî mafê wan tê binpêkirin û rastî cezayê dîsiplînê tên. Li Îmraliyê bi awayekî kêfî tecrîdek girankirî heye. Mafê hevdîtina malbat û parêzeran ji destê wan hatiye girtin. Bi salan e parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ev tecrîd garabeta hiqûqê ye. Li dijî mirovahiyê ye.”

Bila tecrîd rabe

Onaran destnîşan kir ku wekî parêzvanên mafên mirovan, dixwazin di serî de daxwazên Guven û hemû girtiyên ku li dijî tecrîdê ketine grevê pêk bên û demek beriya demekê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Kesên ku ketine grevê divê daxwazên wan ên şekir, xwê, av, vîtamînên B1  û B  yên jiyanê bên temînkirin. Divê dawî li hemû êrîşên li dijî girtiyên di grevê de ye bê. Em bang li rayedaran dikin ku demek beri demekê daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Em dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe û kes nemire.”

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê Prz. Zeynep Ceren Boztoprak jî bal kişand ser çalakiya Guven û wiha got: “Ewil Leyla Guven dest bi grevê kir. Piştre girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dest bi grevê kirin. Ev hêjmar her ku diçe zêde dibe. Me berê wekî OHP, ÇHP, ÎHD û TİHV’ê diyar kir ku em şopdarê vê pêvajoyê ne û me dê bişopinin. Me xwestibûn yeki heyetên serbixwe biçin girtîgehan lêkolîn bikin. Me ji cemaweriyê re gotibû ku em dixwazin biçin lêkolîn bikin. Di vê çarçoveyê de em li girtîgehan ziyaretan dikin. Niha li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zêdeyî 200 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li herêma Marmara ev hêjmar zêdetir e. Li Girtigeha Duzce yên ketine grevê ew cuda kirine. Cezayê hucreyê û dîsîplînê li wan birîne. Niha yên di grevê de ne li hucreyên cuda tên girtin. Niha mafê wan ên tenduristiyê tên îhlalkirin. Niha li gelek girtîgehan Vîtamîna B nadin girtiyan. Divê rêveberiya girtigehan Vîtamîna B1 peyda bike. Lê bi hinceta li Tirkiye tune nadin girtiyan. Girtîgeh vîtamina B12 jî nadin. Divê malzemeyên tansiyonê li girtîgehê hebin.

Bêhiqûqiya li Îmraliyê ji bo ÎHD û hiqûqê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Niha birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin, li gel wî girtiyên din jî di bin tecrîdê de tên girtin. Em wekî parêzvanên mafên mirovan dixwazin hiqûq pêk bê. Em dixwazin mafên wan ên hiqûqî û mirovî bên parastin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar