Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

ÎHD: Delîlên şênber hene ku Hantaş înfaz kirine

Malbata Recep Hantaş ku ji aliyê polîsên ve hat kuştin, li Serdozgeriya Komarê derbarê polîsan de serlêdana sûc kir. ÎHD’ê jî destnîşan kir ku Înfaza bêdaraz pêk anîne

Malbata Recep Hantaş ê li Sumerpark a li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, serî li ÎHD’a Amedê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.

Malbatê piştî serlêdanê bi parêzerên xwe re li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê polîsên gumanbar kir. Birayê Hantaş Efe Hantaş, diyar kir ku ewê şopdarê bûyerê bin û dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin.

ÎHD: Delîlên şênber hene ku Hantaş înfaz kirine

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê jî têkildarî kuştina Recep Hantaş daxuyaniya nivîskî da. Komeleyê diyar kir ku bêyî Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn nedaye destpêkirin û darazê lêpirsîn bi encam nekiriye û der barê bûyerê de agahî nedaye xizmên mexdûr û raya giştî, Walîtiya Amedê rabû daxuyanî da û kuştî sûcdar kir û polîs parast û wiha domand: “Walî tenê daxuyanî û agahiyên faîl û midûriyeta polîsan esas digire û bi zimanekî pir zelal daxuyanî dide. Nasnameya kuştî kriminalize dike û pekî ku polîsê kujer bê sûc û mafdar be nîşan dide. Walî qeydên edlî yên kuştî bi raya giştî re parve dike û bi vê yekê polîsê kujer paqij dike. Em vê yekê wekî parastina polîs û personelê kujer dinirxînin. Em berê jî bûne şahidê Walîtiya Amedê ya bi vî rengî. Daxuyaniya rayedaran ya bi vî rengî dibe sedem ku personel û polîsên ewlehiyê hêza di destê xwe de bêtir li gorî keyfîyeta xwe bikar bînin. Walîdiyê ji bo kuştina Şahîn Oner a di sala 2013’an de li Amedê maşîna polîsan lê xist û kuşt, got ‘Di encama teqemeniya di destê wî de teqiya’ jiyana xwe ji dest da’. Di bûyera kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an de got ‘Bombeya Zindî’ û wekî sûcdar nîşan da. Daxuyaniyên Walîtiya Amedê yên bi vî rengî personel (polîs-esker) diparêze û rê li pêş lêpirsînê digire. Bandorê li ser lêpirsîna bi adîl dike.”

Dîmen daxuyaniya walî piştrast nake

ÎHD’ê da zanîn ku dema ew li dosya lêpirsîna bûyerê dinerin nîşan dide ku dîmenê heyî rastiyê pir aşkere li ber çavan radixe û wiha got: “Dema em li dosya lêpirsînê dinerin û agahî û belgeyên ku gihiştine destê me, ev bûyer pir aşkere xuya dibe ku çawa pêk hatiye. Li gorî vê yekê di qeydên dîmenên ku xistine dosya lêpirsînê, kesê hatiye kuştin pişta wî bi polîsan de ye û direve. Kuştî bê parastin e. Polis bi armanca bikuije kiriye armanc û gule berdaye. Ji ber vê yekê di dimenên derketiye holê de pir aşkere nîşan dike ku bûye hedef û hatiye kuştin. Dîmenên heyî daxuyaniya walîtiyê piştrsat nake. Di girtek û rapora otopsiyê ya Recep Hantaş de guleyek ji bedena wî hatiye derxistin. dîsa ji ber perçeyek şarapnel di bedena wî re derbas bûye birindar bûye. Dîsa şopa 2 guleyên çekê li ser bedena wî heye. Di raporê de diyar dike ku guleya li pişt situyê wî ketiye di çavê wî re dersetiye. Guleya ku li paqa wî ketiye di zikê wî re derketdiye.  Dema rapor tê nirxandin tê famkirin ku polîs kuştî Hantaş bi zanebûn kiriye hedef û kuştiye.”

Înfaza bê daraz e

Di dawiya daxuyaniyê de ÎHD’ê wiha got: “Piştî guhertina zagonan a ku polîs bê sînor karibin çekê bikar bînin, wekî di kuştina Recep Hantaş tê xuyakirin, di bûyerên herî hêsan de jî polîs erka bikarîna çekê bi awayekî pir keyfî bikar tîne. Wekî parazvanên mafên mirovan li gorî agahî û delîlên ku me ji dosya lêpirsînê bi dest xist, delîl nîşanî me didin ku Recep Hantaş bê daraz hatiye înfazkirin. Em dixwazin aşkere bikin heta dawî emê lêpirsînê bişopînin. Em bang li raedarên darazê dikin ku lêpirînê şolî nekin û dest ji polîtîkayên bê cezakirinê berdin.”  AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar