Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

ÎHD: Divê tecrîda li Îmraliyê rabe

Şaxên ÎHD'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwest nîşan dan û wiha gotin: “Pêşniyarên CPT'yê û Rêgezên Mandela tune têne hesibandin. Tecrîd divê were rakirin.”

Navenda Nûçeyan |

Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Edene, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Wan, Antalya, Mêrdîn, Riha, Semsûr û Hetayê ji bo Hefteya Mafê Mirovan daxuyaniya çapemeniyê dan, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş.

Di daxuyaniyan de yên çalakiyên ÎHD’ê de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destnîşankirin û wiha hat gotin: “Daxwazên hevdîtinê yên parêzeran û malbatan tim tên redkirin. Pêşniyarên CPT’yê û rêgezên Mandela tune tên hesibandin. Li girtîgehên din jî li ser girtiyan bi rengên cuda tecrîd tê danîn, girtî bi rengekî kêfî di hucreyên yek kesî de tên girtin, qedexe digirin ku girtî bi malbatên xwe re bi telefonê biaxivin û hev bibînin.”

Di daxuyaniyê de rewşa girtiyên nexweş hat destnîşankirin û hat gotin ku li girtîgehan 604 girtiyên bi nexweşiyên giran tevahî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û ev tişt hat gotin : “Girtiyên nexweş li girtîgehan ji derfetên tedawîbûnê tên mehrûmkirin, serlêdanên ji bo ku tedawiya wan li nexweşxaneyên derveyî girtîgehê bên kirin, piranî nayên qebûlkirin.”

Bi berdewamî her wiha hat diyakirin ku raporên Saziya Tiba Edlî (STE) yek alî û dûrî zanistê ne, dema girtinê ya girtiyên nexweş zêde dikin û nexweşî li wan girantir dibe.

Di daxuyaniyan de hat xwestin ku rejîma înfazê ya ku li ser tecrîdê hatiye avakirin mirov nikare bi hêviya kesên ku bi cih tînin ve bihêle, divê demildest were rakirin û li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat gotin: “Hiqûqa taybet û tecrîda girankirî ya ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan û hevalên wî tê bicihanîn were rakirin, divê mafên wan ên hevdîtina bi malbat û parêzeran re were naskirin û mafên wan ên yasayî bêne naskirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar