Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ÎHD: Jiyana girtiyên nexweş û Demîrtaş di xetereyê de ye

ÎHD’ê têkildarî rewşa girtiyên nexweş û rewşa Selahattîn Demîrtaş de daxuyanî da. ÎHD’ê diyar kir ku 457 jê giran, hezar û 334 girtiyên nexweş hene. ÎHD’ê destnîşan kir ku jiyana girtiyên nexweş û Demîrtaş di xetereyê de ye û divê bên berdan

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û şaxa wê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş û hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona civînê pankarta ‘Bila Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên nexweş werin berdan’ hatibû daliqandin. Ji parêzerên ÎHD’ê Zeynep Ceren Boztoprak daxuyanî xwend.

Boztoprak diyar kir ku her roja ku diçe şertên girtiyan di warê binpêkirina maf û azadiya wan de giran dibe û ji ber vê yekê jî rewşa tenduristiya girtiyan nebaş dibe. Boztoprak anî ziman ku ji ber rewşa girtîgehan, di demên kin de girtî pê nexweş dikevin û rewşa girtiyan xerab dibe. Boztoprak da zanîn ku niha li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş li sînorê mirinê ne.

Hezar û 334 girtiyên nexweş hene

Piştre jî Boztoprak destnîşan kir ku li gorî raporên 2019’an ên ÎHD’ê, 457 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û her ku diçe jî rewşa girtiyan nebaş dibe. Boztoprak herî dawî jî bal kişand ser rewşa Demîrtaş û ev agahî dan: “Demîrtaş nexweş ket û piştî 4 rojan sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Jiyana Demîrtaş di bin xetereyê de ye. Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan. Em bang li Wezareta Dadê û berpirsiyaran dikin ku rewşê binpê nekin. Heke tiştek were serê Demîrtaş û girtiyên din, rayedarên dewletê û Wezareta Dadê berpirsiyar in.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar