Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

ÎHD: Li dijî girtiyan pêkanînên rûmetşikandinê hatin kirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê binpêkirinên li dijî girtiyên li Herêma Çukurovayê ku demek berê dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîbûn, bi raya giştî re parve kirin. Di raporê de hat gotin ku hemû girtî di se re hatine tedawîkirin û li dijî girtiyan pêkanînên rûmetşikandinê hatine kirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê rapora ku têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler, Girtîgeha Tîpa M ya Ceyhanê û Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê ku demek berê dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîbûn amade kirin, bi raya giştî re parve kirin. Di raporê de komîsyonê daxuyand ku wan weke ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku bi KHK’ê hatibû girtin û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê binpêkirinên li dijî girtiyên ku dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîne, tespît kirine.

Li gorî rapora komîsyonê, binpêkirinên li dijî girtiyan wiha ne:

* Rojek piştî dawîbûna çalakiyê, li girtîgeha Ceyhanê 8 û ji girtîgeha Kurkçulerê 10 girtî di heman rojê de, li girtîgeha Osmaniyeyê jî 40 girtî weke komên cuda di nava 3 rojan de sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Li her sê girtîgehan jî girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin, nînin.

* Piştî ku girtiyan dawî li çalakiyên xwe anîn, li hinek deveran rastî binpêkirinên cendirmeyên ku ji ewlehiya derve ya girtîgehê berpirsyar û berpirsyarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê hatin. Ev binpêkirin ji hêla me ve hatin tespîtkirin.

*Hemû girtî bi wesayîtên rîngê û bi awayekî kelepçekirî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Li nexweşxaneyan jî tevî hişyariyên girtiyan, bi hinceta ‘Dibe ku hûn êrîş bikin’ kelepçe ji destê girtiyan nehatine derxistin. Girtî bi kelepçekirî, di bin çavdêriya cendirmeyan de û bi awayeke di ser re hatin tedawîkirin. Ji bilî xwîn girtinê tu tedawiyeke cuda nehatiye kirin.

* Girtiyên ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin ne tetkîkên kûr, bi awayeke di ser re hatine tedawîkirin. Girtiyên ku nexweşiyên cuda lê hene tevî hişyarkirinê jî nehatine guhdarîkirin. Cendirmeyan bi hinceta ‘ev gilî karê vî bijîşkî nîne’ ji odeyê hatine derxistin. Her wiha girtiyan nekariye li cem bijîşkê nexweşxaneyê tenê 2 deqîqeyan jî bisekinin. Girtî ji bo pêvajoya piştî çalakiyê nehatine agahdarkirin.

*Li heman girtîgehê 11 girtiyên ku di 29’ê gulanê di roja çarşemê saet di navbera 09.00-11.00’an de sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, piştî ku cureyên sûcên wan hatin hînbûn rastî heqaretên hemşîreya peywirdar hatine. Hemşîreyê ji girtiyan re gotiye; ‘Van kûçikan ji bo tedawiyê tînin vir. Li şûna vir bila bibin cem veterîner.’ Di heman demê de vê hemşîreyê dema ku xwîna girtiyan digirt, bi awayekî bêkontrol û hişk derzî li girtiyan da û ji ber vê sepanê jî destên girtiyan reş û şîn bûne. Ev yek ji hêla me ve hatiye tespîtkirin.

*Girtiyên ku di 27’ê gulana 2019’an de ji Girtîgeha Ceyhanê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin, tevî ku bi awayekî bêpirsgirêk di cîhazê x-ray re derbas bûn jî cendirmeyan bi darê zorê xwestine ku li nava devê girtiyan binihêrin. Girtiyên ku ji ber van pêkanînên rûmetşikandinê çûna nexweşaneyê red kirin jî ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin. Lê cendirmeyan bi hinceta ‘fermana wezaretê wiha ye û hûn neçarin biçin nexweşxaneyê’, bi darê zorê devê girtiyan kontrol kirin û di bin van şert û mercan de birin nexweşxaneyê. Dema ku girtî bi wesayîta rîngê derbasî nexweşxaneyê hatin kirin jî cendirmeyan sirûdên nîjadperest vekirin, çêr, heqaret û gef li girtiyan kirin û girtî derb kirin. Girtî rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî hatin. Ji ber ku bi darê zorê devê girtiyan vekirin, devê gelek girtiyan çiriya û di devê wan de birîn çêbûn. Her wiha ji ber derbê mil, pişt, çong û zendikên girtiyan reş û şîn bûn û ji ber kelepçeya şidiyayî jî li zendên girtiyan şop mane.

*Li heman girtîgehê di dema tedawiyê de girtiyan xwest ku kelepçe bên vekirin lê bijîşk û cendirmeyan ev daxwaz red kiriye. Tenê kelepçeyên girtiyên bi navên Şahîn Tan û Omer Toluk hatine vekirin, hatine dermankirin, tenê serûm girêdane û bêyî ku serûm bi dawî bibe ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Der barê girtiyên din de jî girteka ‘tedawî red kirine’ hatiye girtin û bêyî ku bên dermankirin, veguhestine girtîgehê.

* Rayedarên girtîgeha Kurkçulerê jî xwest ku girtiyê bi navê înan Akin ku ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de bû bi ambulansê û girtiyên ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de jî bi wesayîta rîngê bibin nexweşxaneyê. Lê Akin ev yek red kir û bi vê sedemê jî Akin tevî girtiyên din bi wesayîta rîngê birin nexweşxaneyê.

*Îdareya Girtîgeha Osmaniyeyê spîka hêkê, şorbe, xweşav û vîtamîn dane girtiyên di greva birçîbûnê de. Li girtîgeha Ceyhanê jî di navbera 30-31’ê gulanê de bijîşkan li kîlo û tansiyona girtiyan nihêrî û piştre jî vexwarina ku weke mama tê pênasekirin û vîtamîn dane girtiyan. Li girtîgeha Kurkçulerê jî diyetîsyenan ji bo girtiyan bernameyekî xwarinê amade kir. Li her sê girtîgehan jî em rastî girtiyên ku rewşa wan xerab nehatine.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar