ÎHD’ê ya Îzmîrê rapora binpêkirina mafan a di navbera mehên adar û tebaxa 2019’an de aşkera kir û li gorî raporê 14 hezar binpêkirinên mafan qewimîne
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan ên di navbera mehên adar û tebaxê yên 2019’an de li herêma Egeyê de qewimîn bi raya giştî re aşkera kir. Rêveberên ÎHD’ê li avahiya xwe civîn lidar xistin û raporê parve kirin. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya rapor xwend.
Karakaya da zanîn ku rapor di encama hevdîtin û lêkolînên wan de hatiye amadekirin û got ku di pêvajoya 6 mehan de li herêma Egeyê 13 hezar û 959 binpêkirinên mafan qewimîne. ÎZMÎR