Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

ÎHD: Li Îmraliyê tecrîd didome

Li gorî Rapora Binpêkirina li Girtîgehan a 2020'an a ÎHD'ê li girtîgehan 182 girtiyan serlêdana 'binpêkirina mafan' kirine. Her wiha ÎHD'ê diyar kir li Îmraliyê jî tecrîd bi rêbaza îşkenceyê didome

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rapora Binpêkirina li Girtîgehan a sala 2020’an bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re par ve kir. Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li Navenda ÎHD’ê, Hevserokê komeleyê Ozturk Turkdogan got ku sala 2020’an ji girtiyan 266 name hatine û 54 serlêdan çêbûne.

Turkdogan diyar kir ku tevahiya salê 182 gritî bi mijarên cuda serlêdan kirine ku maf hatine binpêkirin û da zanîn ku têkilî serlêdanan bi Wezareta Dadê û Kontrolkariya Cameweriyê re hevdîtin kirine.

Di axaftina xwe de Turkdogan da zanîn ku dema hêla koronayê 17 kes bi hinceta hêla Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane.

Turkdogan bi bîr xist ku bêyî îstîsna parastina mafê jiyanê û tendiristiyê ya hemû girtiyan bi berpirsyariya dewletê ye û diyar kir li gorî raporên gelek rêxistinên mafê mirovan mafê agahdarbûnê, jiyanê, azadî û ewlehiyê, qedexeya îşkenceyê, ya cihêkariyê, mafê xwegihandina tenduristiyê, xebatê, ewlehiya civakî, azadiya ramanê, kombûna bi aştî, perwerdehiyê hatine binpêkirin.

Li girtîgehan rewşa koronayê

Di berdewamê de Turkdogan bal kişand ser rewşa berdana girtiyên nexweş û got ku bi hêla koronayê re ev zêdetir xuya bûye û wiha domand: “Bi qasî ku komeleya me tespît kiriye li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê rewşa wan giran bi giştî 1605 girtiyên bi nexweşên giran hene. Em dixwazin diyar bikin ev hejmar dibe ku zêdetir bin jî.”

Turkdogan bal kişand ser greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û wiha got: “Ji bo taloke neyê ser girtiyên ku li girtîgehan di grêva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne, divê saziyên têkildar binpêkirna mafan bidawî bikin û ji bo ku tecrîd rabe demidlest divê gavan bavêjin.”

Tecrîda li Îmraliyê

Têkilî tecrîda li ser Ocalan jî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd bi rêbazên cihê didome. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê ji mêj ve ye tecrîda giran û îzolasyon di nav de li gelek girtîgehan tecrîd weke rêbaza cezakirinê sazkar e. Li tirtîgehên Tirkiyeyê ji mêj ve ye binpêkirina mafan heye û ev hatiye halekî domdar.”

Her wiha Turkdogan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê çareya vê krîza bêdadiyê encex bi guherînên radîkal ên rêziknameya cezayê dikare pêk were. Hewce ye ku ev guherîn bi nirxên peymanên navnetewî ku Tirkiye jî îmze kirine, bi biryar û rêziknameyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, mafê mirovan ê gerdûnî re levhatî bin.” ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar