Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ÎHD rapora girtîgehan aşkera kir

Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) a Wanê der barê rewşa girtîgehên li Wanê de raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. ÎHD’ê rapor li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Seroke ÎHD’ê ya Wanê Murat Melet û rêveberên komeleyê amade bûn.

Ewil Melet hin agahî dan û wiha got: ” ÎHD’ê heyetek şandin girtîgehê û li ser tespîtan rapor amade kiriye. Gelek mirov neheq û li dijî hiqûqê girtî ne. Li Tirkiyeyê piştî vîrus belav bû ewil hinek tedbîr hatin girtin. Hêj li girtîgehên Tirkiyeyê 300 hezar mirov girtî ne. Em dizanin ku Wezareta Dadê ji bo van mirovan biqasî tê xwestin tedbîran nagire. Em tiştekî nekin jî her meh em diçin girtîgehan û raporan amade dikin. Em dizanin ku bê hiqûqiya li girtîgehan wijdanan birîn dike. Divê li girtîgehan tedbîr bên girtin. Bêyî ku gelek mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin divê tedbîr bên girtin.”

Piştre rêveberê komeleyê Servet Ertak diyar kir ku di 10’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi girtî Feyyaz Başak, Medya Aslan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi Ferhat Sayiner û li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi Yunus Durdu re hevdîtin kirine û diyar kir ku piştî van hevdîtinan li ser nêrînên girtiyan û çavdêriyên xwe rapor amade kirine.

Li gorî rapora ku hatiye amadekirin;

-Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Ewliha Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa F a Wanê, girtî li dijî şewba Covid -19 nikarin sûdê ji mafê xwe yên zagonî bigirin. Tedbîrên tên girtin pir kêm in.

-Zextên li ser girtiyan bi gelemperî didomin.

-Rêveberiya girtîgehê bi rêbazên li dijî parastina şewba vîrusê nêzîkî girtiyan dibin. Malzemeyên dezenfektan, destmala şil û lepikan bi buhayê pir zêde difiroşe wan. Malzemeyên paqijiyê pir bi sînor in.

-Bêyî sedem nîşan bide rojname, pirtûk û kovarên bi kargo ji wan re tên şandin, nadin girtiyan.

-Li gel OHAL bi dawî bûye jî dîsa li dijî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmze kirine tev digerin. Ev me dixe nav fikaran.

-Rêveberiya Girtîgehên Tîpa T, Tîpa F û Ewlehiya Bilind a Wanê, mafê azadiya agahdarkirinê û agahîgirtinê binpê dike.

-Dîsa li 3 girtîgehan mafê wan ê fîzîkî û yên civakî tên binpêkirin.  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar