Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...
Perşembe - 14 Kasım 2024

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

ÎHD wê serlêdana hevdîtina bi Rêber Apo re bike

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban daxuyand ku heyeta ÎHD’ê ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bike wê di rojên pêş de serlêdaneke nû bike û wiha axivî: “Cezayê dîsîplînê gel bêzar kiriye. Em dikarin bêjin pêşiya pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmetê ve hatiye xitimandin."

Rêberê Galan Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi birzayê xwe Omer Ocalan re peyama “Tecrîd didome. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî” da. Peyama Rêber Apo rûpoşa rêyê desthilata faşîst a AKP-MHP’Ê daxist xwarê. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo Rêber Apo û nîqaşên “pêvajoya nû” nirxandin û diyar kir ku daxwaza aştiyê daxwazeke heyî ye û divê bi gavên teqez pêş bikeve. Kuçukbalaban bi bîr xist ku piştî nîqaşan li şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê qeyûm hatine tayînkirin û got: “Ji ber vê yekê em dikarin bêjin pêşiya pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmetê ve hatiye xitimandin.”

Kuçukbalaban anî ziman ku her çend qeyûm di rojevê de bin jî, ji vir derketinek pêkan e û wiha got: “Em wekî İHD’ê li hemû bajarên ku qeyûm hatine tayînkirin geriyan. Me ev tişt dît: Gotinên di 1’ê cotmehê de destpê kirin ku ‘Bila Abdullah Ocalan were meclîsê biaxive’ ji aliyê gel ve bi erênî hatine pêşwazîkirin. Me dît ku hêviyeke erênî afirnadine, lê ji aliyekî ve jî bi tayinkirina qeyûman ev hêvî hinekî veguheriye rewşeke bêewlehiyê.”

Kuçukbalaban diyar kir ku tayinkirina qeyûman û daxuyaniyên piştî wan nîşan didin ku wê ev pêvajo hişktir bibe û wiha got: “Helbet ji bo aştiya civakî me dixwest em bi saziyên sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî û saziyên baweriyê re bên cem hev û di warê aştiyê de li ser rola rêxistinên sivîl em bi hev re biaxivin. Amadekariyên vî karî hê jî berdewam in. Lijneyên Komeleya Mafên Mirovan ji niha ve ji bo avakirina aştiyeke mezin dixebitin. Di heman demê de nêrînên me hene ku dewlet bi tayînkirina qeyûman pêşiya vê pêvajoyê asteng dike.”

Kuçukbalaban anî ziman ku divê binê banga Bahçelî bê tijekirin û wiha got ku binê vê pêvajoyê bo bi qeyûman nayê dagirtin.

Kuçukbalaban diyar kir ku piştî nîqaşan operasyon nesekinîne û li tevahiya Kurdistanê qedexeya li ser xwepêşandan û çalakiyan hatiye kirin û bal kişand ser tundiya polîsan a di dema çalakiya qeyûman de û got ku 65 jê zarok zêdetirî 250 kes hatine binçavkirin. Kuçukbalaban diyar kir ku 19 kes ku 3 ji wan zarok in û yek ji wan ji sedî 74 astengdar e hatine girtin û got ku divê hikûmet dest ji van pêkanînan berde. Kuçukbalaban got: “Ji ber vê yekê divê ev mijara qeyûm ji rojevê bê derxistin. Pêwîst e hikûmet mijara tayînkirina qeyûman ji rojeva xwe derxîne. Li şûna wê divê divêtiyên gotinên xwe pêk bînin û ji bo Abdullah Ocalan şert û mercan ava bikin.”

Kuçukbalaban bal kişand ser girîngiya “pêngavên misogerkirî” û wiha got: “Pêngavên navborî divê bi gavên pêbawer bên xurtkirin. Divê hawirdoreke demokratîk ku hemû beşên civakî li ser rêya aştiyê bibin xwedî gotineke hevpar bê avakirin. Divê rê li ber hevdîtina bi malbat û parêzeran a Abdullah Ocalan re bê vekirin. Niha tenê hevdîtinek hat kirin. Paşê ji bo raya giştî daxuyanî hat dayîn, lê paşê dîsa cezayê dîsîplînê hat birîn. Civak êdî ji van cezayên dîsîplînê bêzar bûye. Êdî ev, tiştên ku civak dixwaze bi xwe ne. Bi taybetî jî gelê kurd. Her wiha bilêvkirina aştiyê di nava civakê de hêviyekê çêdike. Divê ev hêvî bê mezinkirin.”

Kuçukbalaban ê ku xwest rêxistinên sivîl bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin, diyar kir ku ji bo heyeta ÎHD’ê biçe girava Îmraliyê wê serlêdaneke nû bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar