Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

ÎHD: Zext nikarin me çavtirsandî bikin

ÎHD’ê ji bo anstengiya a polîsên AKP-MHP’ê ya li dijî Dayikên Şemiyê ku nehêştin têkevin Qada Galatasarayê, daxuyanî da û wiha got: “Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin. Kes nikare me şavtirsandî bike.” 

Dayikên/Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên bahev tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî çalakiya wan bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê 24 hefte ye tê astengkirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ev rewş li gelek bajaran şermezar kirin.

Edene 

Şaxa ÎHD’a Edeneyê bi armanca piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li ber avahiya komeleya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku pankarta “Cihê lêgerîna edalet û heqîqetê, Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate vekirin de gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de metnê çapemeniyê yê hevpar endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Edeneyê Hasan Karabûlût xwend. Karabûlût ê aqûbeta Abdûlmecît Baskin û hemû windakiriyan pirsî wiha got: “Çend sal derbas bibin bila derbas bin jî em ê ji bo Baskin û hemû windakiriyên xwe dest ji lêgerîna edaletê bernedin û bînin bîra dewletê ku neçare li gorî normên hiqûqê tevbigere.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Mêrsîn 

Şaxên Mersînê yên ÎHD’ê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), bi armanca piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re li Parka Ozgur Çocûkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya pankarta “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate vekirin de parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, endamên Rêxistina HDP’a Mêrsînê û gelek nûnerên saziyan lê amade bûn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî, li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar xwend.

Wan 

Daxuyaniya ku Şaxa ÎHD’a Wanê xwest bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê li ber avahiya xwe bidin, ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Wanê ya du rojan hate astengkirin. Ji ber polîsan di ketina avahiyê de barîkat avakirin, daxuyaniya çapemeniyê li ber derî hate kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Dûrmaz, bertek nîşanî biryara Walîtiyê da. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn her tim dirûşmeya “Zext nikarin me çavtirsandî bikin” berzkirin. Hate diyarkirin ku dê giliyê walî bikin.

Riha 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê ji bo piştgiriya çalakiya Dayikên Şemiyê li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em dev ji lêgerîna windayên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernadin” dinivîsî hat daliqandin. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Rêvebera ÎHD’a Rihayê Nahîde Polat Aslan ku metna daxuyaniyê xwend bi lêv kir ku Abdullmecît Baskin ê 41 salî û bavê 3 zarokan di 4’ê cotmeha 1993’yan piştî binçavkirinê hatiyê qetilkirin û çîroka wî vegot. Aslan diyar kir ku doza qetilkirina Baskin di 14’ê îlonê de bi demboriyê re rû bi rû maye û got ku ew dê heta dawiyê ji bo Baskin û hemû kesên hatine windakirin têkoşîna edaletê bikin.

Şirnex

Şaxa ÎHD’a Şirnexê jî ji bo piştgirî bide Dayikên Şemiyê li Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiye, rêveberên Partiya Çepên Kesk, endamên Genel-Îşê, aktîvîstên TJA’yê tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Em ê li ser daxwazên xwe yên rewa yên hiqûqê israr bikin. Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hat vekirin.

Endamê ÎHD’ê Adnan Şenbayram daxuyanî xwend. Vê hefteyê li aqûbeta Abdulmecît Baskin hate pirsîn. Şenbayram, diyar kir ku Baskin di binçavan de hate wendakirin û got: “Bavê 3 zarokan Abdulmecit Baskin ê 41 salî Midûrê Nifûsê yê Navçeya Altindagê ya Enqereyê bû. Di 4’ê cotmeha 1993’yan de piştî lêpirsîna ku hatiye destpêkirin cenazeyê Baskin ku destên wî ji piştê ve hatibûn girêdan, li herêma Golbaşiyê ji aliyê cotkarekî ve hatiye dîtin. Lêpirsîna ku di encama serlêdana malbatê de hatibû destpêkirin bi awayekî bi bandor nehat meşandin. Çend sal li ser bûyerê derbas bibin jî em ê dev ji pirskirinê bernedin.”

Îzmîr 

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de pankartên “Windakirî diyar in faîl li ku ne” û “Windakirî wijdan in, li wijdana xwe xwedî derkeve” hatin vekirin. Metna hevpar ku Navenda Giştî ya ÎHD’ê amade kiriye û li gelek bajaran hate xwendin ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve hate xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya hatiye kirin bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar