Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

ÎHD’ê binpêkirinên 6 mehên dawîn aşkera kir

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora binpêkirina mafê mirovan a bakurê Kurdistanê ya 6 mehên destpêkê yên sala 2020’an bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Rapor li avahiya ÎHD’ê ya Amedê bi çapameniyê hat parvekirin. Alîkarê Hevserokên ÎHD’ê parêzer Rehşan Bataray, Nûnerê Herêmê Abdusselam Înceoren, Serokê ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn û rêveberên şaxê Ercan Yilmaz û Yakûp Guven beşdarî civînê bûn.

Beriya aşkerakirina raporê parêzer Parêzer Rehşan Bataray axaftinek kir û destnîşan kir ku li herêmê ji bo pirsgirêka kurd di polîtîkayên otorîter ku xwe dispêrên tundî û pevçûnê de tê israrkirin û ev jî di civakê de dibe sedema tabloyeke bi xof. Bataray bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di pêvajoya pevçûnan de û tundiya li ser jinê jî got ku bêalîbûna darazê nemaye.

Tecrîda li ser Ocalan

Bataray bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku li Girava Îmraliyê pêkanînên derveyî hiqûqê û binpêkirinên mafan didomin û wiha got: “Bi berdewamkirina tecrîdê re pêvçûnên ku nikarin bên telafkirin diqewimin. Ji bo careke din serî li bêpevçûn û diyalogê bê dayîn divê şertên ku Ocalan karibe vê mîsyonê bigire ser xwe bên avakirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bi dawî bibe.”

Rapor

Piştî Bataray Nûnerê ÎHD’ê yê herêmê Abdusselam Înceoren rapora binpêkirinên mafan ku amade kiribûn aşkera kir. Rapor bi hûrgiliyên xwe wiha ye:

“Bi hinceta ku li hişyariya raweste nesekinîne kesek jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Li girtîgehan 2 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 leşker û polîs bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Rêveberekî partiyeke siyasî di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger û 3 xebatkarên tenduristiyê di encama êrîşê de birîndar bûn. Di pevçûnan de 14 peywirdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û 15 jê jî birîndar bûne. 78 endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan. Kesek sivîl jî di pevçûnan de jiyana we ji dest da. Di encama çalakiyên çekdarî de 15 mirin û 23 kes birîndar bûn. Kesek ji aliyê endamên rêxistinê ve hat kuştin. Li ser sînor kesek hat kuştin. 13 kes jî qefilîn û mirin. Di encama teqîna mayînê de zarokek mir. 3 jê zarok, 12 jê jin û 4 jê zilam bi giştî 19 kes bi awayekî guman mirî hatin dîtin.

Li herêmên pevçûn li wan hene li bajaran di sînor ê 13 navçeyan de 8 caran weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Li 62 gundên 3 navçeyên 3 bajaran 7 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Cenazeyê endamekî rêxistinê bi PTT’ê ji malbata wî re şandin. 8 caran gorên endamên rêxistinên hatine hilweşandin.

20 jin întîhar kir

Li herêmê 20 jin întihar kir û jinek jî helw da întîhar bike. 14 jin bi tundiya di nav malbatê de hatin kuştin û 13 jin ji bi tundiya ku li wan hat kirin birîndar bûn. Li jinekê destdirêjî hat kirin. 8 jin di encama êrîşê de hatin qetilkirin, 6 jin jî bi tundiyê birîndar bûn. Li 4 jinan êrîşa zayendî hat kirin û fihûş li jinekî hat ferzkirin. 3 zarokan întihar kir. Zarokek di encama tundiya nav malê hat qetilkirin. Di nav malbatê de li 2 zarokan tundiya zayendî hat kirin. 3 zarok di encama tundiya ku di nav civakê de li wan hat kirin mirin û 4 zarok jî birîndar bûn. Li 204 zarokan tundiya zayendî hat kirin. Li dibistanê jî tundî li 2 zarokan hat kirin.

441 girtî hatin sirgûnkirin

61 kes di dema binçavkirinê de tundî li wan hat kirin. 22 girtî jî li girtîgehê îşkence û muameleya xerab li wan hat kirin. Dîsa 441 girtî bêyî ku hincetek bê nîşandan hatin sirgûnkirin. Mafê 35 girtiyan jî hatin binpêkirin.

Di mehên destpêkê de li herêmê 16 jê zarok 769 kes hatin binçavkirin û ji van jî 2 jê zarok bi giştî 132 kes hatin girtin. Bi ser 638 mal û cihê kar de hat girtin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar