Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ÎHD’ê ji bo grevên birçîbûnê dest bi nobeda ‘Deng bide jiyanê’ kir

Şaxa ÎHD’yê Stenbolê bi armanca bal kişandina ser greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, dest bi nobeda ‘Deng bide jiyanê’ kir. Malbatên ku tev li nobedê bûn destnîşan kirin ku dê zarokên xwe terkî mirinê nekin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi armanca bal kişandina ser rewşa greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li mafê jiyanê yê girtiyan, dest bi çalakiya nobeda ‘Deng bide jiyanê’ ku dê 5 rojan berdewam bike, kir. Çalakî li avahiya ÎHD’ê ya li Taksîmê dest pê kir. Têkildarî mijarê serokê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û da zanîn ku nobed dê rojane saet di navbera 16.00 û 19.00’an de bê lidarxistin.

Gulser Yolerî anî ziman ku rewşa gelek kesên di greva birçîbûnê de krîtîk e û wiha got: “Her wiha 15 kesan jî dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Di demekî ku alozî kûrtir dibe û hikûmet bêdeng de, çalakiya rojiya mirinê dest pê kir. Vê jî em bêhtir xistin nava fikaran. Bi vê sedemê jî me dest bi çalakiyê kir.” Yolerî bang li hemû malbatên girtiyan û kesên demokrat kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê. Yolerî daxuyand ku helwesta hikûmetê ya li dijî tecrîdê siyasî ye û hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin.

Dê zarokên xwe terkî mirinê nekin

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de jî axivîn û binpêkirinên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de vegotin. Malbatan destnîşan kir ku girtiyên di grevê de bi kelemçeyê dibin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê dixin nezaretê û heqaret li wan tê kirin. Malbatan got ku parastina jiyana zarokên wan di berpirsyariya dewletê de ye û divê dewlet daxwazên girtiyan qebûl bike. Dayikan bi lêv kir ku dê zarokên xwe terkî mirinê nekin û dê xwedî li zarokên xwe derkevin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar