Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

ÎHD’ê li 7 navendan ji bo grevên birçîbûnê bang kir

Şaxên ÎHD’ê yên Wan, Mêrdîn, Êlih, Edene, Hatay, Mêrsîn û Îzmîrê der barê çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe û banga piştgiriyê li derdorên demokrat hat kirin

Rêveber û endamên şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Wan, Mêrdîn, Êlih, Edene, Mêrsîn, Hatay û Îzmîrê der barê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin daxuyaniyên cuda dan.

Di vê çarçoveyê de li Wanê bi tevlêbûna endam û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Wanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema çalakiyên grevên birçîbûnê, binpêkirinên li Tirkiyeyê ne. Di daxuyaniyê de çalakiya Guven ku di roja 103’yemîn de didome hat bibîrxistin û ev bang hat kirin: “Her wiha li nêzî 60 girtîgehan jî zêdetirî 321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li gorî lêkolînên me yên 3 salên dawî, binpêkirinên niha ji yên serdema 12’ê Îlonê girantir in. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî nehiqûqî di tecrîdê de ye. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qedexe ye û kes nizane bê ka tenduristiya wî çawa ye. Ji ber van sedeman jî çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin. Divê daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin. Beriya ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê gav bên avêtin. Em bang li hemû partiyên mûxalîf, baro, saziyên çapemenî û rêxistinên civaka civîl dikin ku bikevin nava liv û tevgerê.”

Hiqûq li gorî rewşa siyasî naguhere

Bi heman boneyê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di çalakiya greva birçîbûnê ya salên 1999’an de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêberê PKK’ê Ocalan ji sala 1999’an ve di Girtîgeha Îmraliyê de ye. Di navbera statuya hiqûqî û şertên girtîgehê de ferqek mezin heye. Hiqûq li gorî rewşa siyasî ya kesan nayê guhertin. Divê mîna hemû girtiyên din, hiqûq ji bo Abdullah Ocalan jî bê bi cih anîn.”

Grevên li Mêrdînê

Her wiha bi tevlêbûna Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê, Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê û malbatên girtiyên, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de rêveberê Şaxa SES’ê ya Mêrdînê Ahmet Ozen anî ziman ku ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê heye û wiha derbirî: “Ji 1’ê sibatê ve jî 9 girtiyên din dest bi greva birîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakgerên 45 roj in di grevê de, nikarin bimeşin û di meşê de zehmetiyan dikişînin.”

Malbatan piştgirî da zarokên xwe

Bavê Şahîn Oncu yê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ji 16’ê kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye Ahmet Oncu jî ev tişt anî ziman: “Berxwedana wan berxwedana me ye. Me berê xwe daye têkoşîna wan. Daxwazên wan daxwazên me ne. Daxwazên wan mafdar û mirovîne. Dewlet jî vê  yekê dizane. Divê dewlet û hikûmet demildest gav bavêjin. Gelo ji vê saetê û şûnde dê mirina wan çareseriyê bîne? Em vê naxwazin. Em li pişt girtiyan e. Gelo Wezareta Dadê dixwaze çi bike? Divê demildest ev daxwaz bên qebûlkirin.” Bavê Zana Yilmaz ê ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye, Bedîî Yilmaz jî da zanîn ku ew piştgiriyê didin berxwedana zarokên xwe.

‘Em ê binpêkirinan bikin rapor’

Li Edeneyê jî Şaxa ÎHD’ê ya ya bajêr daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek parazvanên mafên mirovan, rêveber û endamên HDP’ê, HDK’ê, DBP, TÛAYDER’ê û xizmên girtiyan amade bûn. Daxuyanî ji hêla endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Nejat Okay ve hat xwendin. Okay got ku ew rewşa girtiyan dişopînin û hemû binpêkirina dikin rapor.

Bang li derdorên demokrat kirin

Di daxuyaniyên şaxên ÎHD’ê yên Mêrsîn, Hatay û Êlihê de jî hat xwestin ku di zûtirin dem de daxwazên Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe. Di heman demê de bang li hemû derdorên demokrat hat kirin ku ji bo çalakvanan bikevin nava liv û tevgerê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar