Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

ÎHD’ê rapora 10 salan a îşkenceyê aşkera kir

AMED |

Komîsyona Têkoşîna li dijî Muameleyên Xerab a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a di navbera salên 2010-2019’an de bi raya giştî parve kir. ÎHD’ê rapor li avahiya ÎHD’ê ya Amedê parve kir. Serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytun û rêveberên komeleyê amade bûn.

Endamên Komîsyonê Ezgî Silademîr û Yakup Guven rapor xwendin. Di raporê de diyar kirin ku di navbera salên 2010-2019’an de 3 hezar û 569 kesên ku mafê wan hat binpêkirin serî li wan dane û 690 kesên ku bedena wan zerar dîtibûn serlêdana wan lêkolîn kirin.

ÎHD’ê di raporê de anî ziman ku di nava 10 salên dawî de herî zêde di salên 2017 û 2018’an de binpêkirina mafan zêde bûye û da zanîn ku herî zêde li girtîgehan îşkence pêş ketiye ku ji sedî 47 li girtîgehan îşkence li girtiyan hatiye kirin. ÎHD’ê di raporê de diyar kir ku di nava 10 salan de herî zêde polîsan îşkence li welatiyan kiriye û yên îşkence kirine ji sedî 45 gardiyan, ji sedî 39 polîs, ji sedî 10 cendirmeyan û ji sedî yek jî cerdevanan îşkence kiriye. ÎHD’ê di raporê de destnîşan kir ku pir aşkera 324 gardiyanan û 280 polîsan îşkence li girtiyan û welatiyan kiriye û wiha cih da raporê: “Bi taybetî memûrên ku ji ewlehiya civakê berpirsiyar in, li şûna wan biparêze rasterast ew kirine hedefa xwe. Birîn kirine, bi lêdan û çekê bedena wan birîn kirine.”

Di raporê de ÎHD’ê da zanîn ku di raporê de cih nedane binpêkirinên mafên ên wekî neheqî, çer, gef û tacîzên devkî û anî ziman ku di navbera salên 2010-2019’an de li gorî rewşa polîtik, geşedanên di navbera hêzên dewletê û PKK’ê de rêje û hêjmar hatiye guhertin û wiha li raporê zêde kir: “Li gorî pêkanînên otorîter, zimanê tundiyê û wêdekirina civakê tundî û îşkence hatiye guhertin. Di dema ku hikûmet û dewletê bi zimanê diyalog û rêbazên aştiyane nêzî meseleya kurd û pirsgirêkên din bûn de rêjeya tundî û îşkenceyê kêm bû. Lê di pêvajoya ku zimanê dewlet û hikûmetê hişk bû û pêvajo xera kirin de rêjeya tundiyê zêde bû. Gelek serlêdanên sûc bê encam bi dawî bûne. Dîsa kesên îşkence kirine û maf binpê kirine nehatine cezakirin. Bi taybetî di serdema salên 2013-2015’an ên pêvajoya diyalog û muzakereya bi kurdan re tundî kêm bû. Piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an ku bû destpêka şerê çekdarî dîsa tundî û îşkence zêde bû. Îşkence û muameleya xerab zêde bû. Bi taybetî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an û polîtîkayên hikûmetê û avakirina OHAL’ê tundî û îşkenceya polîs û leşkeran a li kolanê zêdetir bû.”

ÎHD’ê di raporê de destnîşan kir ku îşkenceya ku di van 10 salan de hatiye kirin her çend neşibe ya salên 90’î jî lê ne kêmî wan rojan e jî û wiha dirêjî da raporê: “Îro mumaleya xerab û îşkence li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Bi taybetî piştî Adara 2020’an polîs û leşkeran li Edîrne, Qers, Mêrsîn û Bartin û hemû aşên din hemû hêz xistine destê xwe. Di sala 2010’an de bi îdeaya îşkence û muameleya xerab 5  jin, 5 zarok 29 mêr bi giştî 34 kesan serî li komeleyê dan. Di sala 2011’ande 66, 2012’an de 61, 2013’an de 50, 2014’an de 72, 2015’an de 46, 2016’an de 79, 2017’an de 100, 2018’an de 99, 2019’an de 82 kesên ku mafê wan hat binpêkirin serî li ÎHD’ê dan.

Di 10 salên dawî de bi sûcdariya îşkence û muameleya xerab 689 kesan serlêdan kiriye. Ji van kesan 97 jin û 592 kes jî mêr in. Di 10 salên dawî de herî zêde di salên 2017 – 2018’an de serlêdan hatin kirin. Yên îşkence kirin 324 jê gardiyan û 280 jî polîs bûn. 71 jê leşker û 26 jê jî nehat tespîkirin. 11 kesên din û 9 jî cerdevan bûn. 335 kes li girtîgehê, 168 kes li kolanê, 81 kes di bin çavan de 80 kes dema hatin binçavkirin, 24 kes di maşîneyên zirxî de 12 kes li gundan, 11 li deverên cuda 9 kes jî li leşkeriyê hatin îşkencekirin.”

Her wiha ÎHD’ê di raporê de xwest bi lez dawî li îşkenceyê bê û kesên îşkence dikin bên cezakirin û xwest mafê mirovan bi rêya darazê bê parastin û îşkencekar bên darizandin û cezakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar