Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

ÎHD’ê rapora 6 mehan aşkera kir

ÎHD’a Amedê rapora 6 mehan a bipêkirina mafan a li bajarên herêmê aşkera kir. ÎHD’ê ragihand ku binpêkirina mafê jiyanê, girtiyan, jinan û zarokan zêde dibin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafê Mirovan a 6 Mehên 2019’an a Bajarên Herêmê” bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe aşkera kir. Cîgira Hevserokên ÎHD’ê Rahşan Bataray daxuyanî da û rapor eşkere kir. Bataray da zanîn ku ji ber polîtîkayên tund ên hikumetê li herêmê binpêkirina mafan bi zêdehî dewam dike û şerê li herêmê bangorek neyînî li ser mafê jiyanê dike û li pêşiya bikaranîna vî mafî dibe asteng. Bataray biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê akademîsyenên aştiyê de da jî bi bîr xist û got KHK’iyên di çarçoveya OHAL’ê de hatin weşandin li dijî peymanane û mînaka şênber a binpêkirina mafan e.

Îşkenceya li Rihayê

Bataray bi bîr xist ku li Rihayê îşkence zêde dibe û wiha got: “Ev îşkence bandorê li ser mafan dike. Di meha gulana 2019’an de di serdegirtina malan de yên li Xelfetî û Pirsûsê komek welatî hatine îşkencekirin. Heta niha derbarê berpirsan de tu lêpirsînek nehatiye kirin.”

458 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene

Bataray bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got 458 girtiyên rewşa wan giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Bataray da zanîn ku li girtîgehan her cûre zext, tundî û binpêkirina mafan pêk tê û ev yek bi awayek sîstematîk didome.

Rewşa Ocalan

Bataray bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Hevdîtinên li gel Ocalan îhtîmalek dê pêvajoya diyalogê bide destpêkirin danîbû holê. Ev ji mehekê zêdetir e parêzer bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Malbat jî nikare biçe hevdîtinê.”

Binpêkirina li ser cenazeyan

Bataray bal kişand ser binpêkirina mafan a li dijî cenazeyan û got cenazeyên li qadên şer nadin malbatan û binpêkirin li dijî cenazeyan pêk tê. Bataray got ji ber opersyonên leşkerî şer dikeve û ev operasyon dibe sedema şewatê û xweza tê talankirin.

Cînayeta jinan

Bataray anî ziman ku di 6 mehên salê de tundiya li dijî jinan zêde bûye û didome û bi dehan jin di encama şideta zilaman de hatine qetilkirin. Bataray diyar kir ku binpêkirina mafên zarokan jî bênavber didome û ev binpêkirina mafên zarokan her roja ku diçe zêde dibe.

Bataray da zanîn ku çekdarkirina kesan di nava 10 salan de herî kêm 10 qat zêde bûye û ji sedî 85 bêruhsat bi giştî 25 milyon çekên takekes hene.

‘Operasyon kêrî tiştekî nayên’

Bataray destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Ji ber ev pirsgirêk nayê çareserkirin rûxandinên giran didomin. Feraseta îktîdarê ya şer û rêbazên wan bingeha her cûre krîzê ye. Tevî vê yekê jî îktîdar di polîtîkayên şer de israr dike û her cûre krîzên li welat kûrttir dike. Opersyonên eskerî yên li derveyî sînor û li hundirê welat jibera 40 salane û heta niha nêzî 30 operasyonên wisa hatine kirin lê tu heb negihîştiye çareseriyê ji bilî zirarê bide însanan kêrî tiştekî nehatiye.”

Nûnerê bajarên herêmê yê ÎHD’ê Abdulsselam Înceoren daneyên binpêkirina mafan ên di raporê de cih digirin eşkere kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar