Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

ÎHD’ê rapora Girtîgeha Şirnexê aşkera kir

Di rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Şirnexê ya derbarê Girtîgeha Şirnexê de amede kir de, hat diyar kirin di girtiyên di greva birçîbûnê de kîlo dayîn, xwînîbûna roviyan, birîn li laş vebûn, çav reş û tarîbûn dest pê kiriye

Parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şirnexê, li Girtîgegeha Tîpa T a Şirnexê, derbarê rewşa 3 jê jin bi giştî 20 girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, rapor amede kir û bal kişand ser bipêkirinên mafên girtiyan. Di rapora ji 5 rûpelan pêk tê de, cih ji bo vegotin û tespîtên 9 girtiyên di grev birçîbûnê de hatiye dayîn.

9 girtiyên di greva birçîbûnê de yên hevdîtin bi parêzeran kirin, ev tişt vegotin:

Fatma Çetînkaya: Em 7 kes di qawîşekê de dimînin. Ji ber ku me stranên kurdî gotin, gardiyan ketin qawîşê û em dan kamerayê. Ligel ku me nexwest jî hewl dan derûnasê girtîgehê, bînin qawîşa me. Ji ber ku me hevdîtina pê re qebûl nekir, ji me re got ‘terorîst’ û heqaret li me kir. Dûre derbarê me de girtek girtin. Dema vîtamîna B didin me, digirin kamerayê. Gava em kişandina kamera red dikin, vê carê vîtamîn nadin me. Ev du sê rojin vexwarinan nadin me. Rayedarên girtîgehê daxwazên me yên hevdîtinê red dike.

13 kîlo daye

Osman Beytûr: Mîda min dişewite. Bê halim. Serê min zêde diêşe. Ez nikarim razim. Diranê min diêşin, ber çavê min reş û tarî dibe. Dema min dest bi grevê kir ez 77 kîlo bûm, hiha bûme 64 kîlo. Pirsgirêkên me yên ava gerim hene. Di lêgerîna 26’ê adara 2019’an de, dest danîn ser hemû alavên me.

Onder Poyraz: Serê min diêşe, şavên min reş û tarî dibin, diverişim, tiştan ji bîr dikim û dilê min dixele. Dema ketim greva birçîbûnê 58 kîlo bûm. Niha bûme 49 kîlo. Nêzîkatiyên rêveberiya girtîgehê li gorî demên berê pir xerab bûye.

Derbarê hemû girtiyan de, lêpirsîna dîsîplînê vekirin 

Hakan Kûtlûk: Ez di vereşim, bêhna min teng dibe, serê min di êşe, çavên min reş û tarî dibin. Gava ketim greva birçîbûnê 76 kîlo bûm, niha bûme 62 kîlo. Derbarê hemû girtiyên ketine greva birçîbûnê dene, lêpirsîna dîsîplînê vekirine.

Zeynep Mete: Ji ser derveyî sporê tu aktîvîteyên me nîne. Bi pergalî avê nadin me. Di lêgerîna dawî de, qawişa me ser û bin kirin. Dest danîn ser şal, pûşî, teşt û radyoyên me.

Serhat Şevîşoglû: Ez bêhal dibim, serê min diêşe, çavên min reş û tarî dibin. Em pirsgirêkên avê dijîn.

Di bedana wî de birîn çêdibin

Agît Bîlîk: Ez bi zorê avê vedixwim, tansiyona min dikeve, serê min di êşe, pidûyê min xwînî dibin, çavên min tarî dibin. Dema ketim greva birçîbûnê 59 kîlo bûm, niha bûme 49 kîlo. Di pişta min de ev çend rojin birîn çêbûne. Destûrê nadin ku em odeyên xwe biguherînin. Pêkanînên OHAL’ê li girtîgehê dewam dikin.

Rojdan Tokçû: Dema ez nû anîm girtîgehê, lêgerîna tazî li ser min ferz kirin. Ji ber ku min qebûl nekir, ez derp kirim. Ji ber nêzîkatiyên xerab ên leşkeran û lêgerîna dijwar naxwazim biçim nexweşxanê.

Salih Kûtlûk: Tansiyona min dikeve, serê min diêşe, pûdiyê min xwîn dibin, mîda min dişewite, çavên min reş û tarî dibin. Li ser pişt û rûyê min, birînin biçûk çêbûne. Dema min dest bi greva birçîbûnê kir ez 62 kîlo bûm û niha bûme 52 kîlo.

Di raporê de li ser daxuyaniyên girtiyan tespîtên ku hatine kirin wiha ne:

*Hatiye dîtin ku girtiyên ku ketine greva birçîbûnê pir li xwe kêm kirine, bi zehmetî radizin, sergêjînek bi wan re çêdibe, rajena wan kêm dibe, dilê wan dixele, xwîn ji roviyên wan diçe û ber çavê wan reş dibe.

*Ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kirî ve, diviya her roj ji hêla doktoran ve kontrola girtiyan bihata kirin lê kontrola kîlo, şekir û rajenê ji hêla xizmetkarê tendiristiyê û qerdiyanan ve tê kirin.

*Girtiyên jin ji hêla personelên girtîgehê ve tim bi qemerayan têne tomarkirin.

*Ser girtiyan pir seh dikin, gavên li dijî rûmeta mirovahiyê têne kirin.

*Dema ku dikevin nav girtîgehê ser girtiyan ferz dikin ku xwe tazî bikin û wiha ser wan seh bikin.

*Hin gardiyan prokvasyonan dikin, dixwazin bûyeran derxînin û li ser girtiyên siyasî zextê bikin.

*Daxwaza guhartina koxuşê nayê qebûlkirin,  nayê qebûlkirin ku girtiyên siyasî bibin hin girtîgehên din û dema şandina nexweşxaneyan pirsgirêk tên jiyîn.

*Xebatên di çarçoveya xebatên sosyal têne astengkirin.

Navê girtiyên di greva birçîbûnê de

Girtiyên di 16’ê çile de dest bi greva birçîbûnê kirin: Hakan Kûtlûk, Agît Bîlîk û Osman Beytur.

Girtiyên di 31’ê çile de dest bi greva birçîbûnê kirin: Onder Poyraz, Salîh Kûtlûk û Hakan Petekkaya.

Girtiyên di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin: A. Kerîm Sevînç, Îzzettîn Ormanli, Mesût Olmez, Abûbekir Neng, Mûsa Kulter, Halîl Kabak, Bahattîn Alkiş, Yilmaz Ûgûr, Mahsûn Guçlu, Serhat Sevîşoglû û Mehmet Alî Bayar.

3 girtiyên jin ên di 15’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin: Fatma Çetinkaya, Zeynep Mete û Rojda Topçû. ŞIRNEX

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar