Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî 60 hiqûqzanên di çarçoveya lêpirsîna ‘FETO’ de hatin binçavkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê diyar kir li dijî hiqûqzanan her ku diçe pêla binçavkirin û girtinan didome û îktîdar bi binçavkirin û girtinan pîşe û parastinê asteng dike. ÎHD’ê got ku parastin nayê astengkirin û xwest ew hiqûqzanên binçavkirî demildest werin berdan. ENQERE