Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Îktîdar bi revandina cenazeyan re mafê definkirinê xesp dike’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Dêrsimê axivî. Temellî diyar kir ku berxwedana Leyla Guven hêz dide berxwedan û têkoşîna wan. Temellî got ku ji bo êdî agahiyên mirinê ne bihîsin, divê her kes tev li berxwedanê bibe. Temellî da zanîn ku hikûmet bi revandina cenazeyan re mafê veşartinê yê mirovan xesp dike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê adarê de li bajaroka Akpazar a Dêrsimê bi gel re civiya. Temellî li gel şandeya HDP’ê li ser pira Seyîtler bi karwaneke mezin a wesayîtan hate pêşwazîkirin. Li gel barîna berfa zêde jî gel eleqeyeke mezin nîşanî şandeya HDP’ê da. Temellî û şandeya HDP’ê piştre jî bi karwaneke mezin derbasî bajaroka Akpazarê bû. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Aslan, wekîla seroka giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî li gel Temellî gel ziyaret kir.

Sezaî Temellî li Akparazarê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hat pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Akpazarê yên HDP’ê Songul Dogan û Omer Çelebî piştî ku gel silav kirin, Temellî derket ser dikê û gel silav kir. Temellî diyar kir ku li dijî yekperestiyê bersîva herî baş dê li Akpazarê bê dayîn.

Rewşa girtiyan di astekî krîtîk de ye

Temellî piştre jî bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha domand: “Berxwedana Guven hêz dide berxwedana me. Têkoşîna Leylayê ruh dide têkoşîna me. Niha bi hezaran hevalên me li zindanan di grevê de ne û têdikoşin. Rewşa wan a tenduristiyê krîtîk e. Dîsa bi sedan siyasetmedar li çar aliyê cîhanê di grevê de ne. Em careke din bang li wezîrê dadê dikin. Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin da ku êdî mirov jiyana xwe ji dest nedin.”

Revandina cenazeyan

Di berdewamê de jî Temellî got ku divê ji her çar aliyên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em hêz bidin hêza hevalên me yên li girtîgehê di grevê de ne. Ayten Beçet a ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û çalakî pêk anî, polîsan cenazeyê wê bi zorê revand. 2 cenaze hatin revandin. Cenazeyê Beçen nîva şev ê di tarîtitiyê de veşartin. Mafê mirovan ên definkirine jî xesp dikin. Ol dikin amûrê siyaseta xwe. Êdî dem hatiye ku em ji van pêkanînan re bibêjin bes e. Divê em bibin yek û bersiva me ya herî xurt, yekitiya me be.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar