Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Îktîdar dibe sedema rûxandinê’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 1’ê hezîranê de bi sernavê ‘Bi Hev Re Ber Bi Pêşerojeke Demokratîk Ve’ deklerasyoneke ji 9 xalan pêk dihat parve kiribû. Di çarçoveya bernameyeke 3 mehî de bi gelek sazî û degehan re civîn hatin çêkirin û di 31’ê tebaxê de jî ‘Deklerasyona Banga Ji Bo Aştiyê’ hat weşandin. Yek ji binbeşên vê deklerasyonê jî ‘Ji bo xweza û jiyanê bi hev re’ bû.

Ekolojîstan bal kişandin ser texrîbkirin û talankirina ekolojiyê û xwezayê û girîngiya deklerasyona HDP’ê.

Hevseng guherîn

Endamê Platforma Hawirdorê ya Yeşîlirmakê Fazli Kûrû bal kişand ser tehekumiya li ser xwezayê ya pergala kapîtalîst û got ku çavkaniyên sererd û binerd ên Tirkiyeyê ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bi awayekî hovane tên texrîbkirin, bi vê texrîbkirinê hevsengiya ekolojiyê guheriye û heger ev texrîbkirin dewam bike dê karesateke mezin pêk bên.

Kûrû anî ziman ku polîtîkayên rantê yên îktîdara AKP’ê xwezayê bi awayekî zêde texrîb dike û wiha got: “Polîtîkaya ‘parastian sermayeyê’ ya vê îktîdarê dibe sedema rûxandineke mezin. Ev tişt tenê bi AKP’ê re ne sînorkirî ye. Ji ber ku yên dibin îktîdar sermayeyê diparêzin, mecbûr vê rêbazê pêk tînin. Heya ev awayê rêvebirin û feraseta rêvebirinê neguhere, pêşîlêgirtina vê rûxandinê zehmet e.”

Bandora politikaya ewlehîparêz

Di axaftina xwe de Kûrû diyar kir ku sedemeke din a zêdebûna texrîbatkirina xwezayê jî polîtîkayên ewlehîparêz e û wiha domand: “Yanî ji ber xitimandina aboriyê bi mantiqa ’em çi ji xwezayê biçirpînin ew qas baş e’ tevdigerin û xwezayê texrîb dikin. Ev feraset di serdema ewil a kapîtalîzmê de hebû. Wê çaxê ji ber ku hemû hesab û kitab ji bo daneheviya sermayayê bû, polîtîkayeke ‘ez çi biçirpînim ew qas baş e’ esas dihat girtin. Ji bo çend gram zêr nizanim çend ton ax tê texrîbkirin. Ev jî dibe sedem ku ew jiyana kûvî û nebatî ya li wê herêmê biguhere û ji holê rabe.”

Bandora pirsgirêka kurd a li ser xwezayê

Kûrû bal kişand ser bandora pirsgirêka kurd a li ser xwezayê jî û got ku nexasim li bajarên herêmê ji ber van polîtîkayan daristan bi zanebûnî tên şewitandin û ji bo mudaxilekirinê jî tu tişt nayên kirin. Kûrû anî ziman ku bi vî awayî tê xwestin ku herêm bi temamî ji mirovan xalî bibe û bê dar bimîne û wiha pêde çû: “Ji dêvla ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, AKP vê rageşiyê zêdetir dike û bi vî awayî peyamanan dide alîgirên xwe. Her wiha operasyonên li HDP’ê û pêkhateyên wê tên kirin jî ji ber vê ye.”

Di berdewamê de Kûrû bal kişand ser xala ‘Ji bo xweza û jiyanê bi hev re’ ku di deklerasyona HDP’ê de cih digire jî û diyar kir ku li dijî van tiştên diqewimin têhilanîneke pir watedar e, HDP ji bo parastina xwezayê hin tiştan dike, polîtîkayên ku ew esas digire tu partiyeke din esas nagire û lewma ew piştgiriya HDP’ê dike û wê heya dawî jî bike.

‘Texrîbatkirineke zêde’

Aktivîstê ekolojiyê Koray Turkay jî destnîşan kir ku modernîteya kapîtalîst hema bibêje hatiye asteke werê ku hemû çavkaniyên li ser rûyê erdê qedandiye û niha jî çav berdaye ên bin erd. Turkay diyar kir ku lewma texrîbatkarina xwezayê pir zêde bûye, îktîdar bi vî awayî dixwaze li ser pêyan bisekin û ev tişt anî ziman: “Ev jî tê wateya ku mafê jiyanê yê hemû candaran ji holê bê rakirin. Lewma pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke girîng e. Niha em bi dubendiyeke wekî gelo bila îktîdara AKP-MHP’ê hebe yan bila xweza bijî re rû bi rûne. Li dijî vê têkoşîn divê. Di vî warî de têkoşînine ne pir dorfireh hene. Lê belê îktîdara li ber me ji bo îktîdara xwe bidomînin tevî sermayeyê êrîşan dike. Ev yek bi têkoşîneke xwecihî nabe.”

Her wiha Turkay destnîşan kir ku lewma bangawaziya HDP’ê ya di vî warî de pir girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ekolojîst bê cihêkarî li her derî ne. Tecrbeya HDP’ê ya di warê siyasetê de dike ku em li van deran hîn têkûztir bixebitin. Lewma pêşniyazên HDP’ê yên di warê çareseriyê de pir girîng in. Hîn jî di têkoşîna ji bo ekolojiyê de dîtineke tirkîtiya spî serdest e. Lê divê em bi cudawaziyên xwe tevna têkoşînê dorfirehtir bikin. Ji bo têkoşîna ji bo ekolojiyê feraseteke demokratîk divê. Li dijî van êrîşên kolketîf ên îktîdarê divê dengê aştiyê bê bilindkirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar