Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Îktîdar dixwaze demografyaya herêmê biguherîne’

Hevserokê DAD’ê Mûstafa Karabudak da zanîn ku dewlet hewl dide li herêmên erdhej lê çêbûye demografyayê biguherîne û wiha got: “Armanca dewletê ew e ku herêmê vala bike.”

Piştî erdheja Bazarcix a Mereşê ku bandoreke mezin li ser 10 bajaran kir, mexdûrên erdhejê hêdî hêdî ji bajarên xwe koç dike. Li gorî daneyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK); nifûsa Elbistanê ku navenda erdhejê bû û 150 hezar kes lê dijiyan, daket bin 50 hezar kesan.

Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Enqereyê Mûstafa Karabudak, da zanîn ku dewlet elewî û kurdan jinedîtî ve tê û hewl dide bi polîtîkayên xwe demografyaya herêmê biguherîne.

‘Karesat veguherandin komkujiyê’

Karabudak diyar kir ku bi ser erdhejê re hefteyek derbas bû lê hêj gelek kes di bin kavilan de ne û wiha got: “Dewlet li gorî bawerî û nasnameyan tevdigere. Em dikarin ji vê re bibêjin qirkirina civakî. Li vir bi dehhezaran, bi sedhezaran mirov hene. Heke ev hefteyeke dewlet nehatibe, hêjta xebatek nehatibe kirin, ev tê wê wateyê ku karesateke xwezayî vediguherînin komkujiyekê. Anku hewl didin demografyaya herêmê biguherînin, gel koçî metrepolan bikin û ji xwe re qadê vekin.”

Elewî û kurd jinedîtî ve tên

Karabudak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet, ji roja destpêkê ve kurd û elewî jinedîtî ve hat. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û belavkirina xurekan dereng xistin. Îktîdarê ev karesata xwezayî bi zanebûn veguherand komkujiyê. Koçberiyên piştî erdhejê, koçberiyên ji neçariyê ne û em ê li dijî vê têbikoşîn. Armanca dewletê ew e ku herêmê vala bike û xelkê bişîne metrepolan. Dixwazin li wir jî fikra civakan tune bikin û kurd û elewiyên li gorî fikra xwe biafirînin. Bi sedsala ye hewl didin hem elewiyan û hem jî kurdan asîmîle bikin. Niha koçberiyek li herêmê çêdibe û em nizanin bê ka dewlet dê vê herêmê çawa bi kar bîne. Dibe ku li gorî pergala xwe veguherîne herêmeke tampon û hêzên milîtarîst li wir bi cih bike. Em ê birînên gelê xwe yê hatiye vê derê derman bikin. Çi ji destê me were dê bikin. Em ê jê re bibêjin; ‘Divê hûn li xaka xwe vegerin. Ew der warê we ye. Koka we li wir e. em hatin metrepolan û tune bûn. Qet nebe hûn nebin.’ Em niha di meha Xizir de ne. Dê loqmeya xwe bi hemû mexdûrên erdhejê re parve bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar