Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Îktîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku îktîdar di bûyera destdirêjiyê ya li Kercewsê de bi ferasetek redkarî nêz dibe û got ku dê hem li meclisê û hem jî di pêvajoya darizandinê de têbikoşin

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran derbarê bûyera tecawizê ya li ser zaroka keç a 15 salî ku li navçeya Kercewsa Êlihê pêk hat, axivî.

Başaran destnîşan kir ku li herêmên şer polîtîkaya tecawiz û tacîzê û tundiyê bêtir di dewrê de ye û wiha got: “Polîtîkaya li Kurdistanê tê birêvebirin divê cuda were nirxandin. Çimkî destdirêjî paryeçek ji şer e. Dixwazin destdirêjiyê li ser axa Kurdistanê asayî bikin. Dixwazin bi vî awayî feraseta rejîma yekperest li ser me ferz bikin. Sûcên ku ji aliyê hêzên dewletê ve pêk tê ne tesaduf in. Mînak windakirina Gulistan Doku ne tesaduf e. Bûyerên li Mêrdîn, Şirnex, Wanê ne tesaduf in.”

Jin tên hedefnîşandan

Başaran anî ziman ku vê rêbaza bêexlaqiyê li gelek deverên cîhanê heye lê li Tirkiyê zêdetir e û dixwazin li Kurdistanê jî bi vê rêbazê civakê teslîm bigirin. Başaran got ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû çawa ku di bûyera Îpek Er de xwedî li tecawizkar derketiye û jinan hedef nîşan daye di vê bûyera Kercewsê de jî Soylû xwedî li tecawizkaran derket û jinan û kesên bertek nîşanî bûyerê dane hedef nîşan daye û wiha domand: “Pêşengên civakê jin her tim dibin armanca zext û êrîşan de. Em jî dibêjin heke jin hebin demokrasî heye. Heke jin azad bin wê civak azad be û li pêş bikeve. Ji ber vê yekê jî jin her tim di hedefê de ne.”

‘Hewl didin ser meseleyê bigirin’

Di axaftina xwe de Başaran destnîşan kir ku biryara nepeniyê ango veşartina naveroka dosyeya bûyera li Kercewsê hewldana nuximandina bûyerê ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber biryara nepen danîne ser dosyeyê parêzer nikarin xwe bigihînin dosyeyê. Ji ber qedexekirina weşandina nûçeyan rojnameger nikarin lêkolîn bikin. Ji kêliya bûyer derketiye holê ve îktîdar bi ferasetek redkarî nêz dibe. Îktîdar heke bûyerekê ji kêliya ewil ve red bike, di wir de bûyerek mezin heye. Dema wisa dibe jî jinên ku li dijî vê dengê xwe bilind dikin jî dibin hedef. Di derbarê yên bûyer derxistine holê de lêpirsîn tê destpêkirin. Tişta ku divê îktîdar bike ne binçavkirina kesên bertek nîşanî bûyer didin, qedexekirina nûçeyê, qedexeya weşanê û tehdîtkirina nûçegihan e. Tişta ku divê bê kirin ew e ku bûyera kirêt were ronîkirin.”

‘Em ê bûyerê bişopînin’

Her wiha Başaran destnîşan kir ku çawa wan dest ji bûyera Îpek Er bernedane dê dest ji bûyera Kercewsê jî bernedin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê serî ji tehdîtan re netewînin. Em ê dev ji agahdarkirina raya giştî bernedin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Çi ji destê me were em ê bikin. Em ê hem li meydanan, hem li meclisê û hem di pêvajoya darazê de bibin şopdarê vê bûyerê. Em bang li gelê xwe jî dikin ku li dijî van polîtîkayên şer derkevin û xwe birêxistin bikin. Wexta em dengê xwe dernexin wê ser her meseleyê were girtin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar