Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Îktîdar tişta ku nikare bi demokrasiyê bike bi zordestiyê bi dest dixe’

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay anî ziman ku îktîdar tiştên ku nikare bi rêyên demokratîk pêk bîne, bi zordestiyê dike û wiha dom kir: “Mafê bijartin û hilbijartinê hatiye binpêkirin. Di rewşeke wiha de divê meclis bi lez û bez bê vekirin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay bang li îktîdarê kir û xwest ku bi lez meclisê kom bike. Kubîlay destnîşan kir ku di 19’ê tebaxê de bi tayînkirina qeyûman re careke din darbeya siyasî pêk anîne.

Di berdewamê de jî Kubîlay bi lêv kir ku bi ser darbeya qeyûman re 15 roj derbas bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha tu hinceteke hiquqî nîşan nedane. Ev pêvajoya qeyûman darbeyeke li dijî demokrasiyê ye. Îktîdar tiştên ku nikare bi rêyên demokratîk û rewa bike, bi zordestiyê dike. Ev tiştekî rewa nîne. Yek ji rêgeza demokrasiyê ya herî muhîm jî mafê bijartin û hilbijartinê ye. Ev maf hatiye binpêkirin. Di sala 2016’an de ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li 95 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî di navde 93 hevşaredar û 500 endamên meclisa şaredariyê hatin girtin.”

Gefên Erdogan

Kubîlay daxuyand ku di 31’ê adarê de şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat hilbijartin û wiha pê de çû: “Lê mazbataya wî nedanê û mafê wî xesp kirin. Niha HDP jî di navde li ser hêzên muxalîf weke şûrê Demokles xwe li ba dikin. Gefan li vîna gel dixwin. Çend roj berê serokomar û şirîkê wî yê biçûk dîsa gef li HDP’ê xwarin û gotin; ‘Ka bila meclis vebe em ê bibînin.’ Piştî ku birêz Îmamoglu li Amede hevşaredar ziyaret kirin niha mohra terorîstê li Îmamoglu  û CHP’ê xistin.”

Banga vekirina meclisê kir

Herî dawî jî Gunay Kubîlay wiha derbirî: “Em dixwazin ku di zûtirin dem de meclis bê vekirin. Nayê qebûlkirin ku meclis di rewşeke wiha ya awarte de bikeve betlaneyê. Em wekî HDP’ê bang li AKP û MHP’ê ku piraniya dengan di destê wan de ye dikin ku bi lez meclisê vekin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar