Navenda Nûçeyan |
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji rojnameya Şerq El Ewset re axivî.
Îlham Ehmed diyar kir ku wan li baregeha Himêmîmê bi nûnerê Rûsyayê ku ji hêla wezareta karên derve hatiye erkdarkirin re gelek hevdîtin kirine û wiha got: “Ev hevdîtin jî piştî civînên bi hemû aliyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêk hatin, çêbûn. Hevpeyvînên li Himêmîmê dirêj bûn. Di hevdîtina yekemîn de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Mijara çawaniya pêşketina diyalogê û çarçoveya wê jî hatin nirxandin.”
Rûsyayê soz da
Bi domdarî jî Ehmed wiha dom kir: “Di hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyeyê re de hêj xalên destpêkê tên nîqaşkirin. Ji bo ku guftugoyên cidî pêk bên hewcehî bi plansaziyeke ku komîteyên pispor diyar bikin, heye. Rûsya ji bo rola xwe ya navbeynkariyê pêk bîne û bibe garantorê xebatên siyasî, bi rola xwe cidî radibe. Rûsyayê soz da ku dê di nava çend rojên pêş de zextê li hikûmetê bike da ku hemû mijaran qebûl bike.”
Li Şamê bi Memlûk re hevdîtin kirin
Di berdewamê de jî Ehmed hûrgiliyên hevdîtinên li Himêmîmê wiha parve kirin: “Piştî nîqaşên li Himêmîmê bi dawî bûn, rojek piştre em çûn Şamê. Me bi serokê Bûroya Ewlehiya Niştimanî ya Sûriyeyê Elî Memlûk re hevdîtin kir. Nûnerê rûs jî li wir bû. Em li bendê ne ku êdî gavên pratîkî bên avêtin. Ev jî diyalogên ji bo çareseriyê û çareserkirina dozên niştimanî ya bi ruhê berpirsyarî ne.”
‘Gefên rejîmê nayên qebûlkirin’
Têkildarî gefên hêzên rejîmê jî Ehmed ev tişt destnîşan kir: “Car bi car rayedarên payebilind gefan dixwin. Dibêjin ku ger em diyalogê red bikin dê çekan bikarbînin. Ev gef nayên qebûlkirin. Divê ev pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bibin, hovîtiya şer ji herêmê bê dûrxistin û gelê me ji rêxistinên terorî yên weke DAIŞ, El Nusra û komên Artêşa Azad ên girêdayî dewleta tirk bê parastin.”
Gelo dê pêşeroja HSD’ê çawa be?
Îlham Ehmed bi lêv kir ku ew her tim ji pêvajoya dan û standinê re amade ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewre jî me Destûra Bingehîn amade kir û komîteyên pispor ava kirin. Rêya çareseriyê li gel me heye. Ev jî bi diyalogê pêkane. Lê dozên neteweyan li ser destûrê ye û divê weke dosyayeke cuda bê destgirtin. Di hevdîtinên bi rejîmê re de qala çavkaniyên xwezayî hate kirin. Ev mijareke pir girîng e û bandora xwe li hevdîtinan dike. Divê ev mijar heta em digihijin rêyeke çareseriyê bê sekinandin. Mijara HSD’ê jî mijareke leşkerî ye. Divê nîqaşa wê bi fermandar û rayedarên leşkerî re bê kirin. Ger lihevkirineke giştî çêbibe, dê ev hêz bibe parçeyeke pergala parastinê ya dewletê. Lê ji bo nîqaşên li ser şêwe, rol û belavbûna wê hewcehî bi demê heye.”