Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweseriya misogeriya siberoja gelan e

Îlham Ehmed diyar kir ku Herêma Rêveberiya Xweser parçeyeke Sûriyeyê ye û wiha got: “Di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de hemû gel, pêkhate di hundirê Sûriyeyê de dibin xwedî maf, ev gelekî girîng e. Ji bo wê jî parastina Rêveberiya Xweser misogerkirina siberoja wê garantiya avakirina Sûriyeyeke nû ye jî.”

Dewleta Îsraîl a ku li Filistînê komkijyê pêk tîne, êrîşî Lubnanê kir. Bi êrîşa Îsraîlê re rewşa Sûriyeyê careke din bû mijara nîqaşên nû. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî şerê Îsraîl-Hemas-Hizbullahê û bandora li ser Sûriye-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANHA`yê re axivî.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku şerê li herêmê bi Îsraîl-Hemas-Hizbullahê sînordar namîne û dê berfireh bibe. Îlham Ehmed diyar kir ku bi vî şerî re dê guhertinên mezin çêbin û got: “Heta niha encama ku ji şerê Îsraîl-Hemas-Hizbullahê diyar dibe, eniya li dijî Îsraîl gav bi gav winda dike. Ev şer tenê di çarçoveya başûrê Lubnanê yan jî Xezayê de dê nemîne. Di esasê xwe de fireh jî bûye. Yemen di nava vê eniyê de ye ku êriş dike, Îsraîl û piştgirên wê jî bersivê didin. Yanî şer ketiye hundirê Yemenê jî. Li ser Îranê derbe çêdibin, di hundirê Iraqê de û hundirê Sûriyeyê de jî êriş hene. Erdnîgariya ku ev hêz tê de ne, dê hemû di nava şer de bin. Îsraîlê di daxuyaniyên xwe de jî bi rengekî vekirî got `beriya 7’ê Cotmehê û piştî 7’ê Cotmehê dê ne wekî hev be.` Guhertinên mezin di herêmê de çêdibin. Ev nîşan dide ku dê yek bi yek di nava hêzên serdest ên piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê de guhertin çêbe.”

Îlham Ehmed pirsa `Ev guhertin dê çawa çêbin?` wiha bersivand: “Hinek dê bi hilbijartinan, hinek bi şeran çêbin. Di encamê de dê bi giştî herêm di nava guhertinan re derbas bibe. Ji bo wê jî geşêdanên çêdibin û rageşiya heyî hîn destpêk in.”

Îlham Ehmed der barê bandor û xetereyên şer êm li ser Sûriyeyê de wiha vegot: “Ev şer ji sedî sed bandorê Sûriyeyê dike. Mînak; li Lubnanê şer çêbû, ew qas pênaber derbasî hundirê Sûriyeyê bûn. Rewşa Sûriyeyê ya aborî qels e, nikarê xwe xwedî bike. Ev qas penaber bargiraniyekê çêdikin. Lêdanên çêdibin îhtimalên yên demên pêş çêbin, enî fireh bibe, hem bandorê li Sûriyeyê dike hem jî li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî li ser sînor dimîne. Ji bo wê jî îhtîmala germkirina van eniyan heye. Gavên pêwîst ên bên avêtin çi ne? Nêzîkbûna biaqilane ye ku êdî divê Sûriye xwe di nava pêvajoyeke nû de bibîne û ber bi guhertinê ve here, lihevhatineke giştî ji gelê Sûriyeyê re çêke. Bi serhişkî û israra ku xwe di navberê de dihêlê, dê zêde encamê negire, berovajî wê dê Sûriyeyê bixe nava giloka agir.”

Îlham Ehmed diyar kir ku xetere li ser Sûriyeyê hey û anî ziman ku di vî rewşê de çûyîna ber bi çareseriyê ve pêwîst e, herî kêm hewldan û dan û standinên çareseriyê divê hebin û got: “Sûriye bi çar beşan hatiye birêxistinkirin. Heta niha hikumeta Şamê guhertinên van geşedanan re çavê xwe digire û xwe bê deng kiriye. Helwestek wiha girtiye. Lê di hundir de guhdarkirina dengên cuda yên gelê Sûriyeyê, çi dixwazin, guhertin çawa pêwîst e, çawa dikarin herin çareseriyekê; ev hewldan ne diyar in. Ev nêzîkatî ji sedî sed Sûriyeyê dixe nava rewşeke nû. Ev çi ye? Hemû cihên ku Hemas, Hizbûllah, Îran tê ne, Îsraîlê ji xwe kiriye hedef. Dê di ednîgariya Sûriyeyê de jî ev bibin hedef. Di vê rewşê de ber bi çareseriyê ve çûyîn pêwîst e, herî kêm hewldan û dan û standinên çareseriyê divê hebin.”

Îlham Ehmed der barê sîstema cîhanê û aloziya heyî de anî ziman ku pêşbirkeke mezin heye û wiha behsa planên desthilatdaran kir: “Çîn dixwaze di aliyê aborî de hemû cîhanê bixe kontrola xwe, Rûsya jî xwedî roleke wiha ye ku bi gavên nû dixwaze xwedî rol be, sîstema ku Amerîka bi rê ve dibe, hewldanên hakîmkirinê hene. Hemû aliyan xwe li benda hilbijartinên Amerîkayê girtiye. Piştî hilbijartinan her alî di nava pêkanîna planên xwe de dê bimeşin. Ji bo wê jî gelekî diyar e; Amerîka bi rengekî vekirî li kêleka Îsraîlê ye û ji bo parastina wê hemû hewldanên xwe dike. Li ser van aliyên ku ketina hedefê wekî Îran, Hizbullah, Hemas, Hûsî û aliyên din ên girêdayî Îranê, planeke berfireh heye. Di çarçoveya plana nû de yan jî dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ev aliyên ku nikarîbûn bi demê re bimeşin, guhertinê bikin, vê rewşê bi şêwazekî rast bixwînin, yek bi yek dikevin ber hedefê.”

Îlham Ehmed diyar kir ku di nava vê aloziyê de parastin û mîsogerkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e û got: “Herêma Rêveberiya Xweser parçeyeke Sûriyeyê ye. Di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de hemû gel, pêkhate di hundirê Sûriyeyê de dibin xwedî maf, ev gelekî girîng e.Ji bo wê jî parastina Rêveberiya Xweser mîsogerkirina siberoja wê garantiya avakirina Sûriyeyeke nû ye jî. Ji bo wê jî dan û standin, bi aliyan re hewldanên lihevkirinan dê her tim hebin. Berê jî hebûn, niha jî hene, dê siberojê de jî hebin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku di rewşeke wiha aloz de ji bo parastina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha ji bo ku bikarin modela Rêveberiya Xweser bikin navnîşana çareseriyê, di nava nîqaşan de ne û wiha dom kir: “Em ê bi ruhê demê çawa bikarin Rêveberiya Xweser bikin mînakeke li ser ednîgariya Sûriyeyê, ji bo vê yekê pêwîst e em di nava xwe de guhertinên çawa pêk bînin; mijarên me yên nîqaşê ne. Ev pêwîstiyek e jî. Ev gelek caran dikevin rojevê û yek bi yek nîqaşên wê çêdibin. Nîqaşên bi aliyên ku em bi wan re di nava dan û standin û tifaqan de ne, çêdibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar