Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Îlham Ehmed tev li axaftina Trump a kongreyê bû

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed şevê din weke mêvana Partiya Demokrat û endama Meclisa Nûneran Tulsî Gabbard tev li axaftina Trump a ‘Xîtaba li Neteweyê’  ya li Kongreyê bû

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh di kongreyê de axaftina ‘Xîtaba li Neteweyê’ kir. Di dema axaftinê de hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di Kongreyê de amade bû.

Donald Trump duh di Kongreya Amerîkayê de axaftina ‘Xîtaba li Neteweyê’  kir. Di kongreyê de hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed jî weke mêvana namzeta Partiya Demokrat û endama Meclisa Nûneran Tulsî Gabbard di kongreyê de amade bû.

Peyam weşand

Hêjayî gotinê ye ku li DYA’yê endamên kongreyê di dema axaftina ‘Xîtaba li Neteweyê’ yên serokên DYA’yê de dikarin bi xwe re mêvanekî jî bibin. Têkildarî mijarê Tulsî Gabbard jî li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Di axaftina Rewşa Yekitiyê de îşev dê hevseroka Konseya Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed bibe mêvana min. Ew, yek ji rêberên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û parêzvaneka xurt a aştiyê ye.”

Hevdîtinên dîplomatîk

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed ev nêzî 2 hefte ne li DYA’yê hevdîtinên dîplomatîk dike. Demek berê jî Ehmed di organîzasyonekê de bi Trump re hevdîtin kiribû û di wê hevdîtinê de Trump soza parastina destkeftiyên gelê kurd ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar