Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Îmamoglû: Carek din hat dîtin ku pêdivî bi demokrasiyê heye

Namzetê CHP’ê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglû daxuyaniya ewil da û wiha got: “Carek din hat dîtin ku pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye.” Îmamoglû malovaniya hilbijêrên HDP û hepû partiyên siyasî û hemû dilxwazên demokrasî û edaletê kir

Li Stenbolê piştînamzetê CHP-Îyî Partiyê Ekrem Îmamoglu bi ser ket, li ser îtîraza AKP-MHP’ê; Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê betal kir. YSK’ê hilbijartin taloqî 23’yêhezîranê (Îro) kir.  Piştî xebatên 3 mehan îro dubare hilbijartina Stenbolê pêk hat û hilbijêr ji bo serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê hilbijêrin, ji saetê sibê ve çûn ser sindoqan. Li 39 navçeyên Stenbolê, 62 girtîgehan û 156 jê seyar, bi giştî 31 hezar û 342 sindoqên dengan hatin danîn. Dengdayîn ji saet 08.00’an dest pê kir û êvarê saet di 17.00’an de jî bi dawî bû. Li gorî encama nefermî di hilbijartinê Stenbolê de namzedê CHP’ê Ekrem Îmamoglû bi rêjeyek bilinda a dengan bi ser ket. Li gor encamê Îmamoglu ji sedî 54.03, namzedê AKP/MHP’ê Bînalî Yildirim jî ji sedî 45.09 deng girt.

Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê di hilbijartina hat nûkirin de bi ser ket, li avahiya rêxistina CHP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Daxuyaniya ewil a Îmamoglû wiha ye: “Îro hilbijartina me li dar xist, hilbijartinek bi watedar e. Yek ji îfadeya vê hilbijartinê jî ya girîng ew e ku pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye. Serxêrê be û bibe wesîleya tiştên baş. Ez spasiya hemû wezîfedaran dikim. Em ji bo we hemû xebatkar û wezîfedaran minetdarin. Yên ku qehremanê demokrasiyê ne hûn in.  Li gorî daneyên di destên me de, encam ne diyar e. Lê encama zelal wê li gorî girtekan aşkere bibe. Ez bang li hemû wezîfedarên dibistan û desteya hilbijartinê yên navçeyan dikim, dest ji girtek û sindoq û dengên xwe bernedin û terk nekin. Berpirsiyariya dîrokî didome. Ez spasiyê xwe ji hemû xebatkarênk CHP, ÎYÎ partî, hilbijêrên HDP û hemû partiyên siyasî re dikim. Pêvajoyek nû dest pê dike. Tifaqa Stenbolê pêşdarazî şikandin. Serdema hezkirina biratiyê dest pê kiriye. Partî ne armanc in. Amûr in. Partî û serokên partiyan ne pîroz in. Cihê rêberan ne ser gelan e. Divê xizmeta gel bikin. Ji ber ku serdestî bê qeyd û bê şert ya gelan e.” STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar