Colemêrg di 31’ê kanûna 2023’yan de bi pileya 4.4, 3.5 û 4.5’an li ser hev erdhej çêbûn. Piştî erdhejê hişyarên ji bo bajêr zêde bûn. Di sala 1930’î de li Colemêrgê bi pileya 7.2 erdhejek çêbûbû û di vê erdhejê de 2 hezar û 514 kesî jiyana xwe ji dest dabû û herî kêm 3 hezar avahî xesar dîtibûn. Nûnerê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) yê Geverê Serhat Kotlûk, diyar kir ku ji bo erdheja gengaz tevdîrgirtin pêkan e û got ku wextekî wan ê bê berhewa biçe tune ye.
Kotlûk diyar kir ku herêma Colemergê di bin bandora zona fayê de ye û got ku qada jîngehê ya herêmê di warê erdhejê de di nav herêmên bixetere de ye. Kotlûk anî ziman ku her çend navenda bajarê Colemergê zinar e û xwedî avahiyeke baş be ji, lê ji ber erdhejê xetereya hezazê li ser wê heye. Kotlûk ev tişt anî ziman: “Berevajî vê, li herêma Geverê bi birapî qadên deştî hene û bajarsaziyeke bêrêkûpêk heye. Di senaryoyek gengaz a erdhejê de, zemîna vir û hêza zemînê nekontrolkirî ye. Ji ber avahiyên ne li gor rêziknameya erdhejê hene, dê ev di erdhejeke gengaz de bibin sedema mirinê.”
Kotlûk destnîşan kir ku divê li hemberî erdhejên gengaz tevdîr bên girtin û wiha axivî: “Ji bo bûyerên xwezayî yên wekî erdhejê veneguherin karesatê, divê avahiyên li gor zemîna erdê bên çêkirin. Di vî warî de kêlikyekî Colemêrgê yê berhewa biçe tune ye. Divê plansaziyeke rêveberiyê ya karibe xwe li ber erdhejê ragire bê çêkirin.”
Kotlûk destnîşan kir ku divê avahiyên li herêmê bên kontrolkirin û stoka avahiyan li gorî planekê bên tekûzkirin. Kotlûk diyar kir ku ji bo kêmkirina zizrarên ku li bajêr rû bidin divê ji bo mercên zemînê xebatên jeoteknîk û sîsmîk bên kirin û parametre bên hesibandin û wiha domand: “Li herêmê demildest divê xebatên herêmên mîkro bên kirin. LI bajêr ‘Planên Rizgarkirin û Alîkariya Lezgîn’ bên kirin.”
Kotlûk anî ziman ku divê gel di warê erdhejê û karesatan de bê serwextkirin û got ku divê ji saziyên heyî ‘Lijneya ŞÊwirmendiyê yên Herêmî’ bê avakirin û avahî li gor pîvanan bên kontrolkirin.