Iraq, Tirkiye û Îranê, Sûriye yên ku yek ji welatên li ser erdnîgariya Mezopotamyayê ne ku dikevin herêmên di navbera çemên Dîcle û Firatê de.
Li gorî vekolînên arkeolojîk û lêkolînên cihê hatin kirin, li van herêman serdema nêçîrvanî, çandinî û kedîkirinê pêk hatiye. Li herêma bakurê Iraqê, çiyayên Zagrosan û rojhilatê Anatolyayê anku Kurdistanê di qonaxa nêçîrvaniyê de gihayên bejî hatin keşifkirin û yekemîn car hinek cure lawir hatin xwedîkirin. Ew qonax wekî serdema şoreşa çandiniyê hat dîtin. Di wê qonaxê de gavên ber bi bajarvaniyê ve li wan herêman hatin avêtin. Zanyaran gundên çandiniyê yên destpêkê yên ku mirovan ava kiribûn û malên ku nêçîrvan lê bi cih dibûn, keşif kirin. Gundên Cermo, Hemoker, Hesûna û Ubeyd mînakên wê ne. Ev gund bûn destpêka avakirina bajarvanî-dewletê ya Sûmeran.
Di çaryeka yekemîn a 3 hezar sal a beriya zayîna Mesîh de, nivîs hate çêkirin, dîsa ji bo pêwîstiyên xwedawend û ayînan perestgeh hatin avakirin û bûn hewcehî. Zanyaran nivîsên bi şeklê bizmarî (mix) hatibûn nivîsîn êdî karî binasin û fam bikin. Nivîsên ku li ser dîwar û cerên ji heriyê hatibûn çêkirin, li qiraxên çemê Dîcle û Firatê hatibûn kifşkirin. Bi saya van vedîtinên zêrîn mirovan serdema borî çawa jiyane zanîn û fêm kirin. Heman demê nav, sifet û zimanê wan fêr bûn. Em hîn bûn ku mirovên li beşên başûr û navîn ên Iraqa îro bi cih bûbûn, navên Sûmer (erdê nizim) li xwe kiribû. Li nêzî wê li rojhilat Îlam û li bakur Subarto (erdê bilind). Van mirovan bi nivîsê navên bajaran, qebîle, qewm û zimanê xwe ava kirin.
Bi saya mîtolojiyên wekî Anmerkar û Gilgamêş me baweriyên niştecihên wan herêman, rêbazên fikirandina wan û têkiliyên gelan nas kirin.
Em dizanin ku beriya serdema nivîsê jî têkiliyên bazirganiyê di navbera Sûmeran de hebûn. Her wiha di warê baweriyên olî û têkiliyên zewacê de jî gel dan çêkirin. Her çi qasî amûrên ragihandinê bi pêş diketin, alavên veguhastinê dihatin çêkirin û her çi qasî mirov di bikaranîna sewalan de ji bo çûn û hatinê yan ji bo tevgera bazirganiyê bi ser ketin, têgihiştina mirovan ew qasî berfireh dibû.
Em şer û pêngavên leşkerî yên Akadiyên ku ji çolistanê (Sûriye) hatine Mezopotamyayê dizanin. Akadiyan piştî hilbijartina qiralê xwe yê yekem Sargonê Yekem dest bi pêngava leşkerî ya li dijî bajar-dewletên Sûmeran kiriye. Di vî şerî de dewleta Sûmer û qiralê wê Lûkal Zargirî têk diçe. Di encama vî şerî de Sûmer dikeve bin desthilatdariya Akadiyan. Li gorî metnên wek belge mane, zimanê Akadiyan ji zimanê xwecihiyên Sûmer, Îlam, Zagors û Sûbartoyan cûda bûye.
Piştî hilweşandina dewleta Akadê, desthilatdariya Jutiyan hikûm li Akadiyan kir, paşê Sûmeran careke din desthilata xwe vegerand û malbata Ur ya sêyemîn desthilatdariya Sûmerê bi dest xist.
Ji lêkolînên ku derketine, mirov têkiliya Akadiyan a bi gelên Zagros, Îlam, Jûtî, Lûlûî, gelên Hûrî û Sûbarto yên li Anatolyayê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê di navbera şer, pêngavên leşkerî, zewac û hevalbendiyê dizane. Bi destpêka hezar saliya duyemîn re mirovên nû bi hêza çekê û hem jî bê çek derbasî herêma Malbata Ur a siyemîn ku jêre digotin Amorî, bûne.
Amoriyan piştî bi şeran 3 paytext ên weke Babil, Asur û Marî li şûna Sûmer û Hûriyan li Mezopotamyayê ava kirin. Piştre dewleta Amorî hat têkbirin û gelên Zagros û Anadolyayê împratoriyên Kardonyaş, Mîtanî Hattûşa û Îlamî yên xurt ava kirin.
Împratoriya Mîtanî ket destê Hetiyan, piştre ji aliyê Asûriyan ve hat temamkirin. Piştre şer di navbera Asûrî û Hîtît de û di navbera Hîtît û Misiriyan de berdewam bûn, heta Hattûşaya paytext xist.
Piştre hin qiralên Hûrî dewleta Ûrartû ava kir. Şerê di navbera Hûriyan û Asûriyan de berdewam kir heta ku Îskît-Kimrîyan êrîş bire ser Mezopotamyayê. Piştî ketina desthilata Asûriyan dewleta Medyayê ava bû û Mezopotamya xiste jêr desthilatdariya xwe. Piştî hilweşandina desthilata Babîlê dewleta Axamenî ava bû. Piştre jî êrişên Îskender û desthilatdariya Selçûqiyan li ser welatên rojhilata kevnar dest pê kirin ku 3 sed sal dewam kir. Piştî dewleta Aşkan ava bû, 5 sed salan hikûmranî li ser herêmê kir. Dema ku dewleta Sasanî bi Romayê ku li şûna Yewnanan cih girt, şer berdewam kir, piştî Ereb bi navê ol û fetihê derbasî herêmên bûn împratoriyên Sasanî û Bîzans hilweşiyan.
Hikmê Ereban ê bi rêya sûlalea Emewî û Ebasiyan demek kurt bû. Artêşa wan nekarî xaka di destê xwe de ku nifûsa du împaratoriyên hema bêje piraniya xaka rojhilata kevin di nav xwe de dihewand, bixe jêr destê xwe. Ji ber vê yekê rêveberên her du binemalan neçar mane ku hikumê benmalên xwecih ên li ser milkên xwe qebul bike û hinek peywir li hemberî dewleta navendî dane wan.
Împaratoriyên berê ji siyasetên qirkirina gelên xwecih dûr diketin.
Xelîfeyan bi awayekî qonaxî biryar da ku malbatên ji neteweyên din mîna îranî yên bi faris, boyîhîn û kurdan, piştre xerez û selçûqên tirk û memalîk desthilatiyê bimeşînin, li blokên siyasî zêde bin; ev blokên biçûk bi îmaratê dihatin nasîn û hinek jî serbixwe bûn.
Mirov ji vê tevgera dîrokî û herikîna wê ya ber bi pêş ve çi fêm dike? û di van guhertin û veguhertinan de hêmana sabit çi ye?
Hêmana sabit erd e ku nehatiye guhertin, cih û dever mane, her wiha gelan hebûna xwe parastiye.
Ruxmî ku parvekirina me ya ji tevgera dîrokî wêneyeke reş li ser têkiliyên gelên qedîm ên rojhilat nîşan da û wisa ji me re xuya dibû ku wan gelan tevahî dema xwe bi şeran re derbas kirine. Lê ya rastî ne wisa bû, ji ber ku dema aştî û pêşketinên madî ji demên şer dirêjtir bûn.
Ruxmî şerên ku hinek ji wan bi navê koçberkirinê dihatin wesifkirin jî, lê armanca jê ne guhertina demgorafîk bûn.
Piraniya şer û nakokiyan bi îmzekirina peymanên aştiyê bi dawî dibûn anku hakimên xwecih û qiral diketin bin bandora qiralên êrişkar. Her ku hêzên qiralên êrişkar vedigeriyan welatên xwe, welat li serxwebûna xwe vedigerin.
Piraniya şeran ne bi ferzkirina olî û baweriya qiralê êrîşkar û ferzkirina dewleta xwe li ser gelan bi dawî dibû. Cihên xwedayan ên li Babîl, Akbatana, Pirsûs, Hattûşa, Mîtanî û heta Asûr, Nînova, Jûtî, Sûmer, Ktesîfon û Antakyayê bi peykerên xwedayên gelek welatan dagirtî bûn.
Taybetmendiya herî bingehîn a di tevgera dîrokê de dersên girîng nîşanî me dide. Beşên ku îro welatên rojhilat hikum dikin dikarin sûdê jê bigirin. Şêwazê hikum ê heyî çêkerî ye û ne ji aliyê gelên herêmê ve hatine çêkirin, her wiha rêbazên rêveberiyê tam ji yên kevin cuda ne.
Ji bo gelên resen ên li herêmê wekî Sûmer, gelên Zagors, Anadoliya, Îranê û yên ku piştre hatin herêmê, di her zemanekî de tevahî mercên rêvebertiyê peyda dibû, lê piştre desthilatdar ji destê vî qewimî heta demekê diketin destê qewmeke din.
Gelên rojhilat di bin banê desthilata dewleta navendî ya împratoriyê de dijiya. Tevî ku împaratoriyê hikûm li ser gelên cuda dikirin, lê gelan bi rêbazên cuda hebûna xwe parastin û hebûna wan nehatin înkarkirin.
Rêveberên dewletên navnedî yên împaratoriyên berê ji siyasetên qirkirina gelên xwecih dûr diketin. Lê dewlet-netewe ya ku ji aliyê rêveberiya dewletên mêtînger ve hatine avakirin, qirkirinê li ser gel ferz dike. Ev welat bûne qadên daxwaz û berjewendiyên siyasetmedaran ku vê xakê ya dewleta çêker dibînin anku wekî dewleta Ereb, an Tirk an Faris dibînin. Rêveberên van dewletên çêker bi rêya afirandina dîrokeke sexte rastiya jiyana gelên rojhilat li pêş çavên nişfan veşartin. Lê dîroka qedîm hîna dersekê li dû derseke din nîşanî me dide, her gelek ji van gelan ku xalên hevbeş di navbera wan de hene ji bo jiyaneke azad û bi rûmet xwedî şansek in. Ev xalên hevbeş di jiyana gelan de em di dîrokê de nabînin, lê di rastiyê de heye û divê ji bo avakirina van xelan kar were kirin da ku qewm wekî cîran, tevkar û şîrkên ku şadî û xemgiyên bi hev re parve dikin, bi hev re bijîn. Welat mîna şirîketekê ye û her kes di vê şirîketê de kar dike. Dixwazim vê yekê lê zêde bikin; eger koma ku ferdê wê yê azad nebe ku çarenûsa wê diyar bike, welatek azad ji bo kesê nîn e.