9 sal berê Mutabaqata Dolmabahçeyê hat îmzekirin. Piştî demek şûnde Serokomar Erdogan mutabaqat red kir. Ji wê demê û şûnde, alozî, kaos, şer, kuştin xizanî, talankirin, wêrankirin, dagirkerî zêde bû.
Li Tirkiyeyê di 28’ê Sibata 2015’an de Mutabaqata Dolmabahçe hat îmzekirin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiya demokratikbûna Tirkiyeyê metnê mutabaqata ku ji 10 xalan pêk tê pêşniyar kir. Ev pêşniyara Ocalan di navbera rayedarên hikûmeta AKP’ê, rayedarên dewletê û li ser navê Abdullah Ocalan endamên heyeta Îmraliyê ve hat îmzekirin. Piştre ev mutabaqat di 28’ê sibatê de bi raya giştî re hat parvekirin. Lê piştî vê mutabaqatê Serokê AKP’ê û serokomar Recep Tayyip Erdogan mutabaqat di 4’ê nîsanê de red kir û pêvajo xera bû. Hevdîtinên heyeta Îmraliyê hatin astengkirin. Dîsa hevkariya AKP û Ergenekon ketin nava tevgerê û deriyên Îmraliyê li heyetan hatin girtin. Piştî îtîfaqa AKP-MHP-Ergenekonê ketin meriyetê dîsa pêvajoya kaos, şer û darbeyan dest pê kir. Herî dawî Rêber Abdullah Ocalan got “Eger dewlet û hikûmet amade be, ez dikarim di hefteyekî de pirsgirêkê çareser bikim” û bang li hikûmetê û dewletê kir. Lê li şûna hikûmet û dewlet ji bo çareseriyê gavan bavêjin, bêtir tecrîd giran kir. 44 meh in tecrîda mutlaq heye. Parêzer, malbat bi tu awayî nikarin biçin îmraliyê. Bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin.
Lê çi bû di rojên dawî de Serokê MHP’ê Dewlet bahçelî bang li Ocalan dike çareseriyê dixwaze. Çi bû Serokê CHP’ê Ozgur Ozel dibêje ‘Em pirsgirêkê li meclisê çareser bikin? Ka binerin Bahçelî çi got.
Di hefteyên dawî de şirîkê hikûmetê û serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî bang dike. Hefteya borî got ‘Pêdivî bi aştiyek navxweyî heye û destê xwe dirêjî nûnerên DEM Partiyê kiribû. Di 22’yê cotmehê de Devlet Bahçelî li meclisê axivî û got “Bila Ocalan were Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê. Bila di koma DEM Partiyê de bi axive. Bila bibêje teror bi dawî bûye. Bila piştre ji bo mafê heviyê serlêdan bike.”
Serokê CHP’ê Ozgur Ozel jî di heman rojê de li meclisê bang kir û got: “Dîsa gotinên berê dubare dibin. Meclisê li derve dihêlin. Çi bê kirin divê li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bê kirin. Eger dê şehîd neyên û xwîn neherike û berê çekan nedin leşkeran kî çi bibêjin bi qîmet e. Em ê piştgiriya tam bidin.”
Nûnerên DEM Partiyê jî rêya çareseriyê û muxatabê çareseriyê Îmralî nîşan dan.
Lê divê neyê jibîrkirin ku Rêber Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de dibêje “Ez ji çareseriya demokratîk û aştiyane re amade me.” Herî dawî gotibû “Eger dewlet amade be, ez amade me û dikarin di hefteyekî de pirsgirêkê çareser bikim.”
Rêber Abdullah Ocalan beriya wê jî di pêvajoya diyalogan de 10 xalên ji bo çareseriyê amade kir û pêşkêşî dewletê û hikûmetê kir. Belkî neyê bîra xwîneran em van xalên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê amade kiribûn dubare bibîr bixin.
10 xalên ku Rêber Abdullah Ocalan di di metna lihevkirinê de nivîsandibû wiha ne:
1. Siyaseta Demokratîk; pênasekirin û naverok
2. Pênasekirina aliyên neteweyî û herêmî yê çareseriya demokratîk
3. Ewlehiyên demokratîk û qanûnî yên welatîbûna azad
4. Têkiliya siyaseta demokratîk a bi dewlet û civake re û sernavên têkildarî sazîbûna vê yekê
5. Aliyên civakî-aborî yên pêvajoya çareseriyê
6. Rêxistina nû ya ewlehiyê ku dê pêvajoya çareseriyê rê li ber veke
7. Ewlehî û çareseriya qanûna ya pirsgirêkên ekolojîk, çand û jinan
8. Ewlehiyên pergala wekhev, demokratîk û piralîparêz ên têkildarî têgeh, pênase û nasandina nasnameyê
9. Penasekirina bi pîvanên demokratîk a komara demokratîk, welatê hevpar, neteweyê û di nav pergala piralîparêza demokratîk de gihandin ewlehiya qanûn û makeqanûnî
10. Maqeqanûneke nû ku vê pêngav û guhertinên demokratîk bike hedef
Lê tevî van pêşniyaran, li şûna hikûmet gavên çareseriyê bavêje, pêvajo yek alî xera kir. Binerin beriya wê jî dema dewlet û hikûmet ket dengasiyê dîsa xwestin gavan bavêjin. Rêber Abdullah Ocalan dizanibû di bin van hewldanên dewletê de kemîn hene. Lê dîsa ji xwe bawer bû û destê xwe xist bin kevir. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya Tirkiyeyê gav avêt.
Beriya pêvajoya çareseriyê di salên 2011-2012’an de di navbera PKK’ê û artêşê de şerê dijwar hebû. Bi taybetî piştî şerê Sûriye yê navxweşî şer zêde bû.
Niha jî em dibînin ku li başurê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Bi salan e dewleta tirk hemû cureyên çekên qedexe li dijî tevgera azadiyê bikar tîne. Lê encamê nagire. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de Tirkiye bi tenê dimîne. 44 meh in tecrîdek giran pêş dixe, lê dibîne ku êdî bi tecrîdê jî encamê nagire. Dewleta Tirk û hikûmet xetimiye û li rêyekê digere. Lê her çi dibe bila bibe her tim Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserî û demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyek mayînde gav avêtiye. Binerin em bînin bîra we;
Rêber Abdullah Ocalan di Adara 1993’yan de ji bo li Tirkiyeyê bingeha diyalogê ava bike yek alî agirbest îlan kir û li rêyên çareseriyê geriya. Lê Tirkiye pêvajo xera kir.Dîsa Rêber Abdullah Ocalan di berdewa sala 1993’yan de û di salên 1995 û 1998’an de dîsa yek alî agirbest îlan kir. Lê dîsa artêşê pêvajoya agirbesta yek alî xera kir.
Rêber Abdullah Ocalan, di hevdîtina ewil a li Îmraliyê de dîsa got “Ez ji bo aştiyê amade me.” 25 sal in her tim di hemû hevdîtinên xwe de bang li hikûmetê dike ku ji bo aştî, çareseriya demokratîk amade ye. Lê yê ne amade hikûmet û dewlet e. Eger dewlet û hikûmet amade be û bi rastî aştî, demokrasî û çareseriya esasî dixwaze, divê deriyê Îmraliyê û hemû zindanan veke û li pêş çavê hemû gelên Tirkiyeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re li ser masê rûnê û ji bo çareseriyê diyalog û muzakereyan pêş bixin. Bila hemû nûnerên sazî û rêxistinên civakî û sivîl jî beşdar bibin. Bila rewşenbir û pêşengên civakan jî beşdar bibin bi muzakereyan pirsgirêkê çareser bikin.