Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Îmralî li aliyekî, dinya li aliyekî

Li cîhanê 22 sal in şerekî nû dest pê kiriye. Şerekî yek alî û bê edalet. Şerekî tijî fen, fût, kemîn û dafik. Li aliyê din berxwedan. Li dijî vî şerê serdestan, sebr û berxwedanek bê hempa û awarte. 22 sal in ev berxwedan li Îmraliyê pêş dikeve. Di dîroka cîhanê de mînaka wekî vê berxwedanê tune ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in li Îmraliyê bê navber li dijî hemû şer û êrîşên taybet li ber xwe dide. Ev şerê yek alî li pêş çavê cîhanê li qada Îmraliyê û Kurdistanê pêş dikeve. Şerekî taybet û demdirêj e. Şerê hebûn û tunebûnê ye. Amerîka, Rûsya, Îngilistan, Fransa Alman, Tirkiye û Îsraîl û hevkarên xwe tev bûne yek û bi hemû zanyar, akademîsyen, pisporên xwe fikra şerê taybet pêş dixin. Hemû endezyar û zanyarên wan teknolojiya herî dawî pêş dixin û bi teknolojiyê şer dikin. Lê Birêz Ocalan bi fikr û felsefeya xwe li ber xwe dide.

Ev şer, şerê bîrdozî û pergalê ye. Şerê fikr û jiyanê ye. Li dijî vî şerê talankirin, wêrankirin û înkarê, fikra ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê mezin û bi teşe kir; 22 sal in li ber xwe dide. Li aliyekî şer, berxwedan û parastina civaka xwezayî demokratîk, ekolojîk û xweser. Li aliyê din ê şer hêzên desthilatdar, sermayedar û îktîdarê.

Ji ber hemû şerê cîhanê li ser ax, nasname û bîrdoziya kurdan e, îro navenda vî şerî kurd û niştecihê Kurdistanê ne. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikr û bîrdoziyek nû li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêş xist, hemû dewletên cîhanê yên serdest û hegomon bûn yek û rabûn ser pêyan. Piştî Birêz Ocalan xwest di nava aştî, demokrasî û diyalogê de pergalek nû ava bike, Amerîka, Rûsya û kurtêlxurên xwe ketin nava tevgerê. Her çend Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo aştî, demokrasî, wekhevî, edalet û mafên mirovan gav avêtin jî, hêzên netew-dewlet û hevkarên wan dest bi înkarkirin, talankirin, wêrankirin û qetilkirinê kirin.

Di serî de Amerîka û Rûsya jî di nav de hêzên serdest û netew-dewlet ji bo pergala modernîteya kapîtalîst ava bikin, daketin qadan û 22 sal berê Birêz Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Ew bê cih û war hiştin. Piştre avêtin Zindana Îmraliyê. Avêtin nava çar dîwarên beton û bê ezman. Çar dîwarên bê şibake yên ne rojê û ne jî stêrkên li ezman dibîne. Xwestin hem ji mirovan, hem ji xwezayê û hem jî ji gerdûnê qut bikin. Lê nekarîbûn wî ji fikr û bîrdoziya wî qut bikin. Nikarîbûn wî ji gel û nirxên ku wî ava kiriye qut bikin.
Hêzên serdest, hegomon, kapîtalîst û sermayedar ji bo di şerê xwe de bi ser bikevin, berî her tiştî dixwazin li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê fikr û pergala xwe bi cih bikin. Hêzên serdest 22 sal in dixwazin projeya xwe ya sed salî têxin meriyetê. Ji bo vê yekê 22 sal in şerekî pir alî, demdirêj û taybet pêş dixin. Li dijî vê pergalê jî, di şexsê Birêz Ocalan de fikra modernîteya demokratîk, civaka ekolojîk û demokratîk, jina azad, neteweya demokratîk, komara demokratîk 22 sal in li ber xwe dide. Birêz Ocalan 22 sal in bi firk, felsefe, nêrîn û analîzên xwe yên ku rêyek nû dide pêşberî gelan li ber xwe dide. Birêz Ocalan di tecrîda herî giran de ji bo hebûna hemû gelên Rojhilata Navîn, li ber xwe dide. Kengî hemû gelê kurd û Rojhilata Navîn jî tev li vê berxwedanê bibin wê demê dê ev şer bi dawî bibe. Wê demê dê tecrîd bi dawî bibe û cîhan dê azad bibe. Êdî fikrên Ocalan azad in û li hemû cîhanê belav bûye. Kengî gelên bindest û doza azadiyê dike, li fikrên Birêz Ocalan xwedî derket, dê xwe ji bin destan û Birêz Ocalan jî ji Îmraliyê rizgar bikin. Li dijî tecrîda 22 salan, berxwedana 22 salan jî bê navber didome.

Nûçeyên Têkildar